Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir

  • jin
  • 12:03 14 Îlon 2025
  • |
img

ENQERE - Piştî qetilkirina Jîna Emînî, girtîgeh veguherîn qadên herî bibiryar ên berxwedanê. Tevî îşkence, tecrîd û gefên darvekirinê jî çalakiyên girtiyan didomin. Parêzer Leila Azadeh, got: “Protestoyên ewil di qawîşên girtiyên jin de dest pê kirin.”

 
Jina ciwan a 22 salî Jîna Emînî, dema li paytexta Îranê Tehranê ji hêla Dewriyeya Îrşadê ve hate binçavkirin û di 16’ê Îlona 2022’yan de hate qetilkirin. Qetilkirina Jîna Emîniyê, ne tenê li Îranê lê li tevahiya cîhanê rê li ber bertekan vekir. Çalakiyên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mezin bûn, kolan, zanîngeh, febrîqe û girtîgeh veguherandin qada berxwedanê. 
 
Jinên ku pêşengtiya çalakiyan dikirin, bûn hedefa rejîma Îranê. Li jinên ku der heqê wan de doz hatin vekirin cezayên weke hefsa malê, qamçî û cezayê girtîgehê hatin birîn. Koma aktîvîstên mafên mirovan, ragihandin ku ji 9’ê Adara 2022’yan heta 7’ê Adara 2023’yan herî kêm 3 hezar û 953 jin hatin girtin. Li hêla din, bi hinceta ku tev li çalakiyên Jîna Emîniyê bûne, bi dehan kesên hatine binçavkirin hatin darvekirin. Tevî vê jî, jin, xwendekar û girtiyên ku rejîma Îranê hewl dide bêdeng bike di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind kirin. Girtîgeh jî bûn yek ji qadên herî bibiryar ên têkoşînê. Girtiyan, tevî îşkence, tecrîd û gefên darvekirinê jî çalakiyên xwe domandin. 
 
LI GIRTÎGEHAN BERTEKA EWIL 
 
Piştî ku agahiya qetilkirina Jîna Emînî gihiştî girtîgehan, gelek girtiyên siyasî, bi taybet jî girtiyên jin, piştgiriya xwe ya bi çalakiyan re ragihandin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Evîn, Urmiye, Reşt û girtîgehên din ên mezin, danezaneke hevpar weşandin. Li hinek girtîgehan dirûşm hatin berzkirin û bi gardiyanan re pevçûn çêbûn.  Di 15’ê Cotmeha 2022’yan de li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê şewateke mezin derket û ev jî yekser girêdayî serhildana girtiyan bû. Di daxuyaniyên fermî de her çend gotinên hevnegirtî hebin jî, agahiyên ji hundir hatin piştrast kirin ku şewat ji ber çalakiya protestoyî derketiye. 
 
Girtiyên li girtîgehên jinan, porên xwe jê kirin û bîranîna Jîna Emînî dan jiyîn. Hinek girtiyên jin jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi taybet jî jinên Kurd ên girtî pêşengtiya van grevan kirin û ev çalakî bi çalakiyên derve hemwext hatin kirin. Aktîvîsta mafên mirovan û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî û gelek parastvanên mafên mirovan gelek caran peyamên protestoyê ji girtîgehê şandin. 
 
ÇALAKIYA LI GIRTÎGEHA EVÎNÊ DEST PÊ KIRÎ DIDOME 
 
Jinên ku li Girtîgeha Evînê tên ragirtin, di 14’ê Îlona 2023’yê de li hewşa girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Jinên girtî di her roja sêşemê de darvekirinan protesto dikin û li hêla din greva birçîbûnê didomînin. Ev greva li Girtîgeha Evînê dest pê kir, li gelek girtîgehên din jî belav bû û hêj didome. 
 
Parêzerek a li Îranê dijî lê ji ber ewlehiya canê xwe navê xwe weke Leila Azadeh guherand, têkildarî berxwedana piştî Jîna Emînî li girtîgehan dest pê kirî ji ajansa me re axivî. 
 
BERTEKA EWIL QAWÎŞA JINAN NÎŞAN DA
 
Leila Azadehê, da zanîn ku girtiyên siyasî her ku ji derve agahiyan digirin çalakiyên xwe zêde dikin û got: “Îtîrazên ewil, li Girtîgeha Evînê dest pê kirin ku gelek girtiyên siyasî li wir in. Girtiyan, gelek hucre şewitandin û piştre jî ev çalakî li Tebrîz û Sînayê belav bûn. Her ku girtî tev li îtîrazan bûn, zext jî giran bûn. Bi destpêkirina çalakiyan re ragihandin hate bisînorkirin, qedexeyên hevdîtinan dest pê kirin û îşkenceyên cur bi cur ên fîzîkî-psîkolojîk dest pê kirin. Gelek girtî hatin cezakirin. Ev demekî dirêj e li Îranê di her qadê de jin li eniyên pêş cih digirin. Rejîm, zexta herî giran li jinan dike. Her çend dibêtiya cezayê darvekirinê yê zilaman zêdetir xuya bike jî, ji bo çalakiyeke herî biçûk jî cezayên giran didin jinan. Jin bêhtir rastî binpêkirinên mafan tên. Lewma ewqas zêde dengê xwe derdixînin. Protestoyên ewil ên piştî kuştina Jîna Emîniyê ji ewil di qawîşa jinan de dest pê kir. Her wiha protestoyên li dijî cezayên darvekirinê li qawîşên jinan dest pê kirin. Girtiyên siyasî hema hema heman biryardariyê nîşan didin lêbelê çalakiyên jinan balkêş in ji ber ku hem rolên civak lê ferz dike hem jî otorîteya dewletê red dikin.” 
 
SÛCDARIYÊN DERKETIN PÊŞ 
 
Di berdewamê de Leila Azadehê destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya darazê yên kesên ji ber tev li çalakiyan bûne hatine girtin û got: “Pêvajo, ji bo her mehkûmekî cuda ye. Bajarê lê hatiye girtin, hejmara leşkerên di protestoyan de mirine, girîngiya siyasî ya bajar bandorê li vê pêvajoyê dike. Mafê parastinê, li Îranê têgeheke îdeal e. Gelek girtiyên jirêzê jî nikarin tam ji vî mafî sûd bigirin. Gelek kes hêj parêzer negirtin biryara wan tê dayin, îtîraza wan û malbatên wan jî tên redkirin. Carnan dema parêzer ji bo dadgehên din diçe temyîzê jî girtî tên darvekirin. Mirov dosyaya Muhammed Huseynî dikare weke mînak bide. Hinek çalakvanên tev li protestoyan bûn nekarîn derfeta parastinê jî bibînin. Hin kesan 15 hin kesan jî tenê 20-25 deqeyên wan hebûn. Hinek dadgeh, sûcdarî jî di nav de bi giştî 30 deqeyan nedomiyan. Gelek pêkan nîne ku girtiyekî siyasî bikare ji cezayê darvekirinê bireve. Li Îranê pêşeroja rejîmê, ji yasayan zêdetir di biryarên darazê de girîng e. Pergala darazê ya Îranê, ji yasayên klasîk pir wêdetir xwedî avadaniyeke bêmînak e. Û ev yasa pîroz tên dîtin. Ji bo tevgerên li dijî rejîm û dewletê cezayên gelek giran hene. Ji bo tiryak û cînayetan jî cezayê îdamê heye. Ji bo cînayetê hinek îstîsna hene; heke hûn kesekî bikujin û bi malbata wî/wê re lihev bikin, pereyan bidin wan hûn ê bên efûkirin lê demekî girtî bimînin. Lê di sûcên li dijî dewletê de îxtîmala efûyê pir kêm e. Di dema pêvajoya serhildanê de sûcdariyên weke ‘xerakirina pergala cemaweriyê, avakirina xetereyê ya li ser ewlehiya neteweyî, hewldana têkbirina dewletê û çêkirina komployê, xiyanet, sîxûrtî, derxistina fitneyê û şerê li dijî Xwedê’ hatin kirin. Bi van tawanbariyan jî welatî darizandin.” 
 
PıŞTÎ ŞERÊ ÎRAN-ÎSRAÎLÊ 
 
Leila Azadehê da zanîn ku rejîma Îranê piştî şerê bi Îsraîlê re windahiyên mezin daye û ev tişt anî ziman: “Ji hêla civakî, leşkerî û aborî ve têkçûneke pir mezin heye. Rejîm naxwaze li dijî wê tu çalakiyek were kirin. Lewma jî dest bi darvekirinan kir û bawerim dê çendek kesên din jî ji ber protestoyan darve bike. Ev yek, gel ditirsîne. Dixwazin gel bitirse û ji kolanan dûr bikeve.” 
 
ÇALAKIYÊN LI GIRTÎGEHAN DIDOMIN 
 
Leila Azadehê, diyar kir ku li Îranê her roj mirov tên kuştin û gelek ji wan bêyî delîlek hebe tên kuştin. Leila Azadehê, axaftina xwe wiha qedand: “Dewletên navneteweyî dema mijar dibe berjewendiyên wan, gelek çalakiyên siyasî dikin lê dema îranî tên darvekirin bêdeng dibin. Dema mueyîdeyên aborî li rejîmê hatin ferzkirin ev yek wan welatan demokratîk nake. Ez qala dagirkirinê nakim lê dikarin zextekî girantir bikin. Piştevaniya gel girîng e lê em dibînin ku her kes bi pirsgirêkan re mijûl e. An jî li dijî tiştên populer diaxivin. Di mijarên din de tenê temaşevan in. Zexta civakî dike ku dewlet bikeve nava hewldanê. Berxwedana li girtîgehan didome. Di her sêşemê de çalakiyên greva birçîbûnê tên kirin. Ev protesto piranî li dijî darvekirinan e. Hinek girtî weke şexsî ji bo darizandina adilane û li dijî darvekirinan çalakiyan dikin. Lê çalakiya herî belavbûyî, çalakiya ‘Na ji cezayê darvekrinê re’ ye ku her sêşemê tê kirin.” 
 
MA / Zemo Aggoz