STENBOL - Hejmara 137’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bi rêya tevlibûna demokratîk entegrasyon” derket.
	Hejmara 137’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bi rêya tevlibûna demokratîk entegrasyon” derket. Di hejmara nû de hate gotin ku bi entegrasyona demokratîk re dikare newekheviyên bi salan e didomin ji holê bên rakirin. 
	Nivîsên di hejmara nû de ev in:
	* Çareseriya sîstematîk a krîzên kûr ên Tirkiyeyê ya bi perspektîfa entegrasyona pozîtîf / Turkan Aslan Agaç
	* Entegrasyona demokratîk: Yekbûna bi jiyana azad û wekhev ve / Halîde Turkoglû
	* Di sala 10’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê de portreya hevpar a neguhêr a komkujiyan -1 / Sevda Çelîk Ozbîngol 
	* Doza Komkujiya 10’ê Cotmeyê ya Enqereyê ya jinan / Senem Doganoglû 
	* Yên dîtin ew bûn ên her tim lê digeriyan / Aylîn Karakaş
	* Polîtîkayên bedenê û demografya: Îktîdara li ser bedenê hatiye avakirin / Başak Saridal
