Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû

  • rojane
  • 20:35 24 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo rêzehevdîtinên xwe û tevlî Konferansa Neteweyî bibe derbasî Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bû.

Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
Şandeya ku di deriyê Pêşxabûr re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê rêzehevdîtinan bike û tevlî Konferansa Neteweyî bibe.