Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin

  • rojane
  • 10:26 31 Tîrmeh 2025
  • |
img
WAN - Mirina Rojîn Kabaiş ku li Wanê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, 308 roj in nehatiye zelalkirin. Tevî biryarên epenîtiyê, delîlên winda, raporên otopsiyê yên nakok û kêmasiyên ewlehiyê jî, di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye.
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê (21) di 27’ê Îlona 2024’an de ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Malbata Rojîn Kabaîşê û polîs 15 saet piştî windabûna wê hatin agahdarkirin. Cenazeyê wê jî 18 roj piştre (15’ê Cotmehê) li gundê Mollakasimê ji hêla Mehmet Emîn Ankay (60) ve hate dîtin. Bi ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê re 8 meh derbas bûn. 
 
Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, lê der barê lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hat dayîn û hê jî tu gavekek berbiçav nehatiye avêtin. Malbat û parêzerên Baroya Wanê, di nava 10 mehan de herî kêm 5 caran hevdîtin bi dozger re kirine, lê hê jî tu pêşketin çênebûye. 
 
Di navbera cihê ku Rojîn Kabaîş herî dawî lê hat dîtin û cihê cenazeyê wê hat dîtin de nêzî 20 kîlometre mesafe heye. Pispor dibêjin ku ne pêkan e ku berevajî herîkina ava Gola Wanê ev qas mesafe bi avjeniyê çêbûbe. Ev tespît, gumanên der barê mirinê de kûrtir dikin. ildi.
 
DÎMENÊN DAWÎ Û BÊDENGIYA BIGUMAN
 
Di dîmenên kamerayên wargehê de tê dîtin ku Rojîn Kabaîş bi şimikên zer dertê derve. Lê heya niha nehatiye hînkirin ku ka ev şimik hatine dîtin yan na. Rojîn Kabaîş, berî ku ji wargehê derkeve bi telefonê bi qasî 11 deqeyan bi dêya xwe re diaxive û jê re dibêje ew ê biçe marketê û were. Ev hevdîtina wê ya dawî ya bi malbata wê re bû. 
 
Roja cenazeyê Rojîn Kabaîşê hat dîtin, li Saziya Tiba Edlî (ATK) otopsiya wê hat kirin. Li ser daxwaza Baroya Wanê bijîşkekî serbixwe ket otopsiyê. Li ser pişta Rojîn Kabaîşê, li piştî çoka wê û li stûyê wê şûna derban hatin tespîtkirin. Lê belê mercên van şopan nehatin ravekirin û di rapora otopsiyê ya fermî de jî nehatin destnîşankirin. 
 
Di raoira otopsiyê ya di 14'ê Mijdarê de ji aliyê ATK'ya Stenbolê ve hat amadekirin de, hat derpêşkirin ku sedema mirina Rojîn Kabaîşê, fetisîn e. Lê belê nehat destnîşankirin ku ka mirin çawa çêbûye. Li ser hewldanên Baroya Wanê raporeke pêvekî hat amadekirin, lê di vê raporê de jî agahiyên rapora berê cih girtin. 
 
BARO: PIRSÊN GIRÎN BÊ BERSIV HATIN HIŞTIN
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariye Bîldîricî Borazanê diyar kir ku îtiraz li rapora pêvekî kirine û got: "Gelo Rojîn 18 rojan bi awayekî mirî li wir ma, yan mirin paşê çêbûye? Ger ev pirs bihatan bersivandin, dê dosye pi pêş biketa. Lê tu bersiv nehat dayîn."
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di 16'ê Cotmehê de biryara sînordarkirinê da. Serlêdana malbatê û Baroya Wanê ya ji bo rakirina vê biryarê hat redkirin. Li ser vê Baroya Wanê, di 6'ç Çileyê de tevî Navendên Mafên Jinan ên baroyên 10 bajaran, kampanyayek da destpêkirin. Jin li gelek bajaran "Komîsyona Ji Bo Rojîn Kabaîşê Edalet" avakirin û ragihandin ku ew ê şopdarê pêvajoyê bin. 
 
BAV KABAÎŞ: LI BER DERÎ KONTROLKIRINA NASNAMEYAN, LI PAŞ SIFIR TEVDÎR
 
Bav Nîzamettîn Kabaîş ku di 25'ê Gulanê de hevdîtin bi dozger re kir, anî ziman ku di dosyeyê de tu pêşketin çênebûne, dozger agahî nedane û pêvajo bi zanebûnî tê dirêjkirin. Kabaîş ku anî ziman berpirs zanîngeh û rêveberiya wargeh in got: "Min ji rektor re got, 'Rojîn çû, lê bila Rojînên din neçin.' Ew qad bê kontrol e. Parêzkar di ber wî de çek digere, lê têl tune ye. Li ber derî nasname tê kontrolkirin, lê lin paş sifir tevdîr. Ew serserî tên araqê vedixwin. Ew qad ji bo xwendekaran qadeke talûke ye." 
 
Herî dawî parêzerên Baroya Wanê û Baroya Amedê di 28'ê Hezîranê de hevdîtin bi dozger re kirin. Ji ber betlaneya fermî hevdîtin hatin sekiandin, lê parêzer wê di meha Îlonê de careke din daxwaza hevdîtina bi dozger re bikin. 
 
MA / Rûken Polat