Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan

  • rojane
  • 14:35 10 Îlon 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Şehmûs Sevdînoglû ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê gelek caran tehliyeya wî taloq kiribû, piştî 32 salan hate berdan. 

 
Şehmûs Sevdînoglû ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Sevdînoglû, di sala 1993’yan de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate binçavkirin û piştre cezayê muebbedê lê hate birîn. Sevdînoglû, piştî 32 salan hate tehliyekirin. Sevdînoglû, li bajarokê Ereban ê navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate pêşwazîkirin. 
 
Pêşwazî, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-DER) hate lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Sevdînoglû, tevî kesên hatibûn pêşwazîkirinê derbasî mala malbata xwe ya li Hezexê bû. 
 
Demekî dirêj bû ku tehliyeya Sevdînoglû ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve dihat taloqkirin.