AMED - Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya kafeya Roj-Dem’ê ya li semta Ofîsê ku bi fihûş û tiryakê bûye rojev, çalakiyeke protestoyî li dar xist. Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîrê di çalakiyê de banga “xweparastinê” kir.
	Platforma Saziyên Demokratîk, bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be, têkildarî Roj Dem Kafeyê ya li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ku bi sepanên şerê taybet di rojevê de ye, li pêşiya Mizgefta Ofîsê daxuyanî da. Daxuyanî, bi dirûşma “Em bajarê xwe diparêzin, em destûrê nadin tiryakê û fihûşê” hate dayin. Di daxuyaniyê de Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Amedê, rêveberên saziyên sivîl, endamên Platforma Şiyar Be û gelek kes tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr ve hat xwendin.
	Gulşen Demîrê diyar kir ku kiryarên fihûş û tiryakê di heman demê de êrişên li ser civaka polîtîk û exlaqî ne û got: “Îro fihûş û tiryak bi destê dewletê tê kirin û dixin nav civakê. Dewlet polîtîkayên şerên taybet dimeşîne. Bi fihûşê û tiryakê dixwazin ciwan û civakê ji xwebûna wan dûr bixin. Dixwazin ciwan û civak bê parastin bimîne. Em azadiya ciwanan û hêza ciwanan diparêzin. Em ê li her qadê li dijî tirkyakê û fihûşê têbikoşin.”
	BANGA ‘XWEPARASTINÊ’ 
	Bi domdarî Gulşen Demîrê anî ziman ku ew ê civaka polîtîk û exlaqî û azadiya civakê pêk bînin û ev bang kir: “Em ê destûr nedin ku çanda civaka me were xerakirin. Wê hêza civakê ya xweparastinê van êrişan pûç bike. Civak li ser nirxên civakê dê şîn bibe. Em dizanin gelek kafe wekî amûrên şerên taybet tên şixûlandin. Em wekî Platforma Şiyar Be dibêjin gelê me ne bi tenê ye.”
