Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye

ENQERE – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nîqaşên têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin nirxan û wiha got: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rovejê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Doganê, şewatên daristanan wek “eko-qirtkirin” pênase kir. 
 
NÎQAŞÊN DER HEQÊ KOMÎSYONÊ
 
Ayşegul Doganê bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û destnîşan kir ku divê komîsyona li Meclisê bi rêgeza pirrengiyê bê avakirin. Ayşegul Dogan, diyar kir ku komîsyon dê di rojên pêş de bicive û piştî vê civînê dê nexşerêya komîsyonê ji wan re bê ragihandin û ev tişt got: "Partiyên siyasî hîn jî endamên komîsyonê tayîn dikin, nîqaşên li ser vê mijarê berdewam dikin û ev komîsyon amadekariyan dike da ku derfeteke dîrokî li ser bingehek qanûnî mayînde bike. Ev demek dirêj e em li ser metafora maseyê diaxivin. Lewre em li ser lêgerîna çareseriyê diaxivin. Ji bo çi? Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, projeyek bêçekkirinê heye ku heta niha wekî astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye nîşandan û nîqaş kirin. Herwiha em vê yekê ji demokrasiyê cuda dinirxînin."
 
‘DIVÊ AŞTÎ MAYÎNDE BE’
 
Ayşegül Dogan wiha pê de çû: " Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê. Em dixwazin ku hemî cudahîyên li vî welatî bi reng û dengên xwe ve di sedsala duyemîn a komarê de bê temsîlkirin. Em ji bo vê yekê hewl didin. Ev aştî û çareseriya demokratîk bi xwe ye. Hewldana bidawîkirina pevçûnek dehsalan û avakirina aştiyeke mayînde û adilane, îfadekirina fikarên ji bo serkeftina wê, ji bo me tê wateya yekbûnê, ne parçekirinê. Em hewl didin ku bandorên wê yên parçekirinê ji holê rakin. Em li seranserê welat ji Amedê ta Stenbolê demokrasî xûşk û biratiyê dixwazin û ji bo vê yekê têdikoşin."