ŞIRNEX - Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de ku ji hêla Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve tê organîzekirin, maçên nîvefînalê hatin lîstin.
	Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku ku ji hêla Meclisa Ciwanan a DEM PArtiyê ve tê organîzekirin didome. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê musabeqeteyên nîvefînalê hatin lîstin. 
	DI BIN BARANÊ DE LÎSTIN
	Li qada sehayê pankartên “Bendî nebe azad be” û “Me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin. Alîgirên ji bo temaşekirina maçê hatibûn gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Dîsa ciwan dîsa serhildan” û “Jin, ciwan, Kurdistan” berz kirin.
	Di bin baranê de ji ewil Mêrdîn Spor û Cizîr Spor lîstin. Di maçê de Cizîr Spor bi ser ket. Piştre jî Amed Spor û Silopiya Spor lîstin. Di vê maçê de jî Silopiya Spor bi ser ket. Bi vê yekê re Cizîr Spor û Silopiya Spor derketin fînalê. 
	MAÇA FÎNALÊ
	Maça fînalê dê sibe were lîstin û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê temaşe bike. Piştî maça fînalê dê şahî bê lidarxistin. 
