ÊLIH - Di serdegirtinên malan ên li Êlihê de 3 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. 
	Polîsan di saetên serê sibê de li Êlihê bi ser malan de girtin û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Argeş Toparli, Yûsûf Mendeş û Ahmet Oge binçavkirin. Her sê ciwanên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Sedemê binçavkirina ciwanan nehate zanîn. 
