STENBOL - Dema xwendekarên jin ên Zanîngeha Koçê cînayetên jinan protesto dikirin, rastî êrişa komeke faşîst hatin. 
	Xwendekarên jin li Zanîngeha Koçê ya li Sariyer a Stenbolê cînayetên jinan protesto kirin. Di dema çalakiyê de komeke faşîst êrişî xwendekaran kirin. Dema xwendekaran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dikir, koma faşîst êriş kir û hewl da dovîzan desteser bikin. Xwendekarên jin jî bersiv da koma faşîst û dirûşma “Bicehimin faşîstno” berz kirin. 
	Hat zanîn ku koma faşîst hêj li ber deriyê zanîngehê disekine. 
								