Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
- aborî-ked
- 09:01 05/4/2021
Zêdebûna nirxên Dolar û Euro dike ku kelûpelên înşatê û parçeyên wesayîtan jî biha bibin. Esnafan diyar kir ku ji ber kelûpel biha dibin ew nikarin kar bikin.
Zêdebûna nirxên Dolar û Euro dike ku kelûpelên înşatê û parçeyên wesayîtan jî biha bibin. Esnafan diyar kir ku ji ber kelûpel biha dibin ew nikarin kar bikin.
Esnafên Çarşiya Kemeraltiya Dîrokî ji ber krîza aborî zehmtiyê dikişînin. Esnafan diyar kir ku gelek esnafan dikanên xwe girtine û gotin: "Kes dengê me nabihîze. Ma gava wisa be ê esnaf çawa li ber xwe bide?"
Karkera Sînboyê Dîlbent Turker, anî ziman ku kardêrên ku îro bi destûra bêheq û Kod-29'ê êrîşê dibin ser karkeran, dê sibê bi tiştekî din êrîşê bibin ser wan û bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana karkeran derkevin. Turker, destnîşan kir ku dê êrîş bi berxwedanê berterefkirin.
Li gorî rapora ku Meclisa ÎSÎG’ê weşand, di nav 8 salan de 502 karker ji ber şertên kargehan întihar kirine. Ji van karkeran 6 zarok û 30 jê jî jin bûne.
Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku kardêr hinceta Kod 29'ê wekî çoyekî bi kar tînin li hemberî karkeran. Nûneran, anî ziman ku ev êrîş, êrîşeke li dijî çîna karkeran e û ji bo têkoşînê bang kirin.
Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim, diyar kir ku desthilat nikare şewbê bi rê ve bibe û ev tişt got: “Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngiyê da aboriyê.”
Cotkar Kemal Gedîk ku li Meletiyê hilberîneriya mişmişan dike, diyar kir rexmî ku sermiyanê hilnerandina mişmişan giran bûye jî piştgiriyê nagirin û ev pirs kir: “Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo 423 kesan bigire kar îlan vekir û 41 hezar kes ji bo kar serî li şaredariyê da. Ev serlêdan bêkariya li bajêr radixe ber çavan.
Karkerên di depoya Mîgrosê de, dixebitîn ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz kom bûn. Polîsan mudaxileyî karkeran kir û 22 kes binçav kirin.
Qeyûmê berê Faîk Arican, "projeya Taşkopruyê" bi 25 milyon TL'yî dabû ber îhaleyê. Piştî 4 salan qeyûm Sînan Davûtoglû jî îhaleya hemaan projeyê bi 31 milyon TL'yî da heman fîrmayê.
Endamên KESK’ê bang li desthilata AKP’ê kirin û gotin heta hevalên wan ên bi KHK’ê hatin îxrackirin venegerin ser karê xwe û heta hesaba neheqiyên tên kirin neyê dayîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li Enqereyê karkerên înşeatê ku di sar û seqemê de rojê bi 140 TL'yî dixebitin, anîn ziman ku mehê 5-10 roj kar bi dest wan dikeve û nikarin debara xwe bikin.
Şandeya HDP’ê ku bernameya xwe ya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ ên li Artvînê temam kir, ji aliyê welatiyên ku bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin ve bi horonan hatin bi rê kirin.
HDP’î di çarçoveya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de bi masîvanên Hopayê re hatin gel hev. Rêveberê Malagel a Kemalpaşayê Kamîl Ûstabaş ku HDP’iyan ew ziyaret kir, ev peyam da: “Divê em dest ji cudayiyên siyasî berdin û xwe çawa bi rêxistin bikin biaxivin.”
Karkerê 22 salî Ercan Şeker ê ku duh ji înşeatê ket û jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin.