Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
- aborî-ked
- 09:25 26/6/2020
'Şaredarê tayinkirî' Huseyîn Beyoglû gava Şaredariya Rezanê dewr girtibû di qaseya şaredariyê de 150 milyon TL hebû û tu deynên şaredariyê tunebûn. Lê belê derket holê ku Beyoglû, berî ku 6 mehên ewil ên budçeya salê temam bibin budçeya 192 milyon TL'yî qedandiye û her wiha 90 milyon TL deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. Yanî Beyoglû di nîv salê bi giştî 432 milyon TL xerc kiriye.