'Şer aboriya me têk dibe’
- aborî-ked
- 10:26 12/11/2019
Mêrsîniyan dan zanîn ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava krîza aborî kûr kiriye û gotin: “Çi karê me heye li Sûriyê? Ev şer aboriya me têk dibe.”
Mêrsîniyan dan zanîn ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava krîza aborî kûr kiriye û gotin: “Çi karê me heye li Sûriyê? Ev şer aboriya me têk dibe.”
Akademîsyen û siyasetmedar Nesrîn Nas, bal kişand ser rewşa krîza aborî û diyar kir ku êdî rewşa mirovan a hilberîn û afirandinê nemaye. Nas, da zanîn ku ji ber krîza aborî mirov ne dikarin hilberînin û ne jî dikarin serf bikin û bacê bidin.
Welatiyên berê xwe dan Bazara Wesayîtan a Tûşbayê, ji ber krîza abor, bihabûna sotemeniyê, zemên ji bo sîgorte û kaskoyê hatine kirin wesayîtên xwe difiroşin. Welatiyan, got: "Ên difiroşin pir in, lê yên bikirin tunene."
Karkerên Elya Centerê yên 3 mehin nikarin heqê keda xwe bistînin, li pêş şirketê daxuyanî dan. Polîsan mudaxaleyî çalakiya karkeran kir. Nûnerê ÎYÎ-SEN'ê Ugur Yildirim, diyar kirin ku daxwaza heqê kedê li gorî kijan zagonê sûc e. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeya "Karkerên Înşaetê ne kole ne" berz kirin.
Osteyê tembûran Engîn Karahan ê 25 salin li Semta Tuzluçayir a Mamak a Enqereyê tembûran çê dike, diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî tenê li ser daxwaz û sparîşan tembûran çê dike.
Li Enqereyê 30 karkerên înşatê yên nikarin heqê xwe bistînin li pêş fîrmaya ku lê kar dikin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Amediyan, anî ziman ku maliyeta şer li gel tê barkirin û bal kişandin ser krîza aborî. Amediyan, got: "Mitbex dişewite. me goştê sor ji bîr kiriye, êdî em di xewna xwe de jî nabînin."
Endamê Meclîsa Giştî yê Sêrtê yê berê Îdrîs Îlhan bi boneya gotibû rewşa aboriyê nebaş e 20 roj girtî mabû got: “Belkî ez werim girtin lê ez ê dîsa bêjim. Ekonomî di rewşek kambax de ye.”
Li Saraykoyê, traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî û 9 karker birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Velat Kaya, anî ziman ku pêdiviya civakê ne bi şer bi aştiyê heye û got, ji bo budçeya ji şer re hatiye veqetandin ji bo kedkaran bê veqetandin wê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin.
Esnafên Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê, bi lêv kirin ku ji ber krîza aborî kîloya penêrê bisîrik bûye 45 lîre û kes nikare bi vî buhayî bikire.
Karkerên endamê Bîrleşîk Metal-Îş'ê li Endustriya Entil ku lê çalakî li dar dixistin hatin binçavkirin. Karkerên ku xwestin bimeşin Enqereyê hatin astengkirin.
Karkerên ku bêyî destmiza xwe bigirin ji fîrmayên ku lê dixebitîn hatine derxistin, dazwaz kirin ku TMSF biryara xwe ya parastinê ya li ser fîrmayan rake. TMSF'ê diyar kir ku dikare daxwaza karkeran qebûl bike.
Karkerê 41 salî Abdullah Altintaş, li Uşakê bû qurbanê kar û jiyana xwe ji dest da. Altintaş, dema di maşineya bênderê de kar dikir, cilê wî ket ber devê maşînê û di qezayê de jiyana xwe ji dest da.
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Welat Kaya li Êlihê banga beşdariya mitînga Egîtîm Senê kir.