Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan
- çand û huner
- 09:16 18/1/2020
Insiyatîfa Ronakê, wê ji bo nivîskarên girtî roja destnîşankirina pirtûkan li dar bixe.
Insiyatîfa Ronakê, wê ji bo nivîskarên girtî roja destnîşankirina pirtûkan li dar bixe.
Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî, komxebata torê nirxandin. Ji beşdaran Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, diyar kir ku xebata tê kirin xebateke girîng e û got, li ser civakê qirkirineke pir mezin heye û nexasim jî piştî qeyûm hatine projeyên wan ên duzimanî hatine betalkirin, lê belê niha dîsa dest bi xebatên xwe yên duzimanî kirine.
Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî de anî ziman ku dê bi rik li çand, ziman û hunera xwe xwedî derkevin. Nivîskar Veysî Ulgen jî da zanîn ku di çalakiyên saziyan de dê ewil daxuyanî bi kurdî werin xwendin. Endamê KAYY-DER’ê Kemal Seven jî dest nîşan kir ku heke jin kurdî biparêzin kurdî namire.
Îsal 8'emîn Mihrîcana Film a Yilmaz Guney tê li dar xistin. Serlêdana mihrîcana fîlm di 25'ê Çile de bi dawî dibe.
Beşdarên komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî, bal kişandin ser girîngiya torê ku sazî û dezgehên kurdan tîne cem hev du û gotin: "Heçî dixwaze li pêşeroja xwe û zarokê xwe xwedî derkeve divê wan bi çand û zimanê xwe mezin bibin û erka xwe pêk bînin".
Perwerdekar Ubeydullah Pilatîn û Zubeyîr Çelîk ên bi salane perwerdehiya kurdî didin ferhenga perwerdehiyê ya kurdî, tirkî û îngîlîzî amade kirin.
Tora Ziman û Çandan piştî komcivîna 2 rojan, encamname aşkere kir. Torê piştî komcivînê bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî dîyar kirin.
Weşangeran di Pêşengeha Pirtûkan a Çukurova de ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin. Weşangeran anîn ziman ku ji ber guhertina saziya dowîzan di sektora weşangeriya pirtûkan de firotin kêm bûye û pirtûk pir kêm firotin.
Di bernameya ku ji aliye Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê ve hat lidarxistin de dengbêjan kilam gotin.
Pirtûka bi navê “Serpêhatiya Pênç Hezar Salan (Beş Bîn Yillik Seruven)” ku ji 45 çîrokê 43 xwendekaran pêk tê, di Fûara Pirtûka ya Çûkûrovayê de cihê xwe girt.
Beşdarvanên Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan, destnîşan kirin ku divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike û gotin, wê Tora Ziman û Çandan di pêşerojê de bibe tovek ji bo sererastkirina çand, huner, wênesaziyê û hemû beşên hunerê yên din.
Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê bakirî di rêza 9'an de ye. Heta niha 811 hezar û 307 peyvên kurdî li Wîkîferhengê hatine barkirin. Wîkîferhengê hedefa "Milyonek peyvên kurdî" danî pêşiya xwe.
Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan sibê bi dirûşma "Em bi ziman û çanda xwe bijîn" dest pê dike. Endama Desteya Şêwira Torê Cevahîr Sadak Duzgun, da zanîn ku wê tor bi 12 temayan were niqaşkirin û di komxebata xwe de nexşerêyekê diyar bikin.
Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna, li ser girîngî û wateya zeman got: "Ji bo ku tenûra me bi agirê kesên din vênekeve divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin.”
Hejmara 4’emîn a Kovara Folklora Me bi naverok têr û tije derket. Kovar bi beşên cuda yên folklorê hatiye dagirtin û kovar dibêje ku dê di hejmarên bê de cih bidin nivîsên girtiyan jî.