Zeraq: Dante ji bo îtalyanî çi be Hawar jî ji bo kurmanciya me ew e
- çand û huner
- 09:13 14/5/2018
Nivîskar Dilawer Zeraq ku ji bo Hawarê got “Ji bo wêje, ziman û çanda kurdî manîfestoyek e”, hewldana nivîskarê mezin ê îtalyanî Dante û Hawarê şiband hevdu û got: “Kurmanciya me ji Eliyê Herîrî bigire heta bi Hawarê, ew manîfesto ye ku helwesteke Danteyî ye. Hîn jî em hewceyî Hawarê ne, hê jî neqediyaye. Ji ber ku ji bo îtalyanî jî hê Dante neqediyaye.”