Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
- çand û huner
- 14:35 22/4/2024
Şanoger Rûgeş Kirici di gotûbêja di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de pêk hat de, diyar kir ku bi mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
Şanoger Rûgeş Kirici di gotûbêja di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de pêk hat de, diyar kir ku bi mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.”
Listîka bi navên “Odip” û “Kabîl ka Habîl” ên di 9’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de hatine lîstin rastî eleqeyekî mezin hatin.
Hejmara 60’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Şer, mêtingerî û mafên zarokan ên tune tên hesibandin” derket.
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn anî ziman ku wan bi xebatên xwe qedexeyên li ser şanoya kurdî bêwate kirine û got ku şano qada berxwedanê ye.
Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de polîsan bi hinceta “qedexe û talûke ne” dest danîn ser pirtûkên “Kurdistan 1915-1920”, "Cangoriyê Kurdistanê Hîlmî Yildirim ê Mûşî” û “Hikûmeta Kurdistanê”.
Di çarçoveya Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê de lîstikên Bûka Lekî û Afet û Dîana hatin lîstin. Şano rastî eleqeyeke mezin hatin.
Di 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de gotûbêja bi sernavê “Şanoya Kurdî ya Başûr” hat lidarxistin. Niştiman Abdullah Karem bal kişand ser cihê jinan a di şanoya kurdî de û wiha got: “Jinên kurd kevneşopiyên heyî hilweşandin û di gelek qadan de bi dilwêrekî cih girtin.”
Lîstikvan Omer Şahîn ku di bernameya vekirinê ya 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de axivî, da zanîn ku li vê erdnîgariyê qirkirineke çandî heye û wiha got: “Lê li hember vê qirkirinê têkoşîna me, berxwedana me, dengê me, gotina me jî heye.”
Êzidiyên li Wêranşarê dijîn, cara ewil bi awayekî girseyî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê qedexekirina lîstika kurdî ya bi navê “Bêrû” li dijî “azadiya raman û îfadeyê” dît.
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya bi pêşentgiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, dê di 18’ê nîsanê de dest pê bike.
TEV-ÇAND Ewropa, Hozan Sefkan (Celal Ercan) ê di 16'ê nîsana 1985'an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî û got: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê danî.”
Saziyên kurdan, wê li Stenbolê ji bo bîranîna zimanzan, rojnamevan-nivîskar û siyasetmedarê kurd Celadet Elî Bedirxan şeva rêzgirtinê li dar bixin. Ji mamosteyên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo Kemal Yildirim banga beşdariya li şeva bîranînê kir.
Çarşema Sor dê li gundê Birçê yê navçeya Wêranşarê bê pîrozkirin. Ji şêniyên gund Yaşar Bûrç, banga tevlîbûna pîrozbahiyê li hemû êzdiyan kir.