Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
- çand û huner
- 09:10 18/8
Dê serpêhatiya Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Ûzûn a li sirgûnê wek lîstikek şano bi navê “Sirgûn: Rîşa Pûç” di 14’ê Îlonê de bê lîstin. Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Ayhan Erkmen got: “Ez ê bi performansa xwe ve qala sê rewşenbîran bikim û deynê xwe yê bo wan bidim” û kesên hunerhez vexwende promiyera lîstikê.