Li Qilebanê qirkirina daristanan
- ekolojî
- 11:34 10/10/2024
Dîmenên nû yên qirkirina daristanên gundê Elemûnê yê Qilebanê derketin holê.
Dîmenên nû yên qirkirina daristanên gundê Elemûnê yê Qilebanê derketin holê.
Xebatên madenê yên li navçeya Qilebanê zirareke mezin didin xwezaya herêmê. Şêniyên herêmê diyar kirin ku ji ber xebatên kana komirê sewalkarî tune bûye û ji ber toza komirê nikarin berhemên xwe yên çandiniyê kom bikin.
Ekolojîst Oktay Konyar texrîbata ekolojîk a li Giyadînê di cih de şopand û ji bo herêmê hişyariya “karesatê” kir. Konyar, diyar kir ku dê li dijî vê texrîbatê çalakiyan birêxistin bikin.
Welatiyan li navçeya Artûklûyê belavbûna toza ji Kargeha Kilsê ya Nûhoglû, belav dibe protesto kirin.
Li gundê Pîrejmanê yê Pîranê welatiyan kêliya ku xebata madenê xwezayê qirêjî dike tomar kirin.
Xelkê herêma Kasorê diyar kir ku ji ber xebata madenê dê cih û warên wan were jehrîkirin û gotin: "Wê av, rez û dar û berên me talan bikin. Em axa xwe bi pereyan nadin."
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren di daxuyaniya li dijî xebatên madenê ya li Korta Kasora Pasûrê de axivî û got: "Em li dijî vê talana ekolojiyê we hemûyan vedixwînin Mitînga Azadiyê ya li Amedê."
Şewata li herêma bêjahiyê di navbera gundê Melêsê û Bêrmanê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê derketî didome.
Şewata ku du roj in li bajarên Merîvan, Sana û Sawlava yên Rojhilat berdewam dikir bi mudaxileya gel hate kontrolkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdar ji bo qanûneke madenê ya nû ketiye nava hewldanan û wiha got: “Em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin. Em xwe li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.”
Şêniyên gundên Liceyê bertek nîşanî madena ku tê plankirin li ser 700 hektarên qada daristanê bê vekirin dan û gotin: “Em ê dev ji xaka xwe bernedin Dê têkoşîna me bidome.”
Li Licê di çalakiya protestoyê ya li dijî projeya madenê hate kirin de peyama “Em ê rê nedin” hate dayîn.
Xelkê navçeya Liceyê dê sibe li dijî kana madenê ku tê plankirin li ser 700 hektarên daristanê were vekirin, daxuyaniyeke girseyî bide.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn li gundê Qûşê yê girêdayî navçeya Pasûrê bi hemwelatiyan re civiya û anî ziman ku dê li dijî lêgerîna madenan xwedî li av û axê derkevin.
Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadînê ji ber kana mermeran hatiye avakirin, nêzî 50 mal koçber bûne û ji ber toza ku ji kana mermeran derdikeve, nexweşiya astim û bêhnçikandinê zêde bûye.