'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'
- ekolojî
- 09:05 09/4/2018
Endamên Platforma Dijberî Santrala Nukleer (NKP), li dijî avêtina bingeha Nukleerê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tevî hemû nerazîbûnên wan dîsa bingeha santralê hat avêtin. Endamên NKP'ê wiha gotin: "Em ji bo pêşerojek xweş diyarî xweza û welatê xwe bikin em destûr nadin santralên nukleerê."