Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan

  • rojane
  • 22:45 1 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidar xistin û peyama ku bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn. 
 
Li Qada Şehîd Egîd a Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin. Hemû nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevlî şahiyê bûn. Li qada şahiyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.
 
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa di şahiyê de axivî û berxwedana efsanewî ya Kobanê silav kir. Hec Îsa anî ziman ku di roja ku tevahî cîhan ji bo Kobanê rabûye de, ew terora reş bi dawî bû û got: “Em jî we li bajarê berxwedanê, Kobanê silav dikin."
 
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî axivî û got: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û bangewaziya wî, Kobanê hate rizgarkirin." El Ebid bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî hovîtiya wê şermezar kir.
 
Li ser navê Kongra Star Laleşîn Abdullah jî axivî û got: "Em berxwedêrên Kobanê silav dikin. Di vê rojê de li ser bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan li her derê li dijî DAÎŞ’ê gel serî hilda." Laleşîn gerîla û şervanên li hember hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dane, silav kir û got: "Bi berxwedana xwe bala cîhanê kişand ser Kobanê. Hemû kesên ji bo jiyaneke azad têdikoşin, berê xwe dan Kobanê û Kobanê hate rizgarkirin."
 
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Bengî jî axivî û got: "Bi navê hevalên enternasyonalîst em hemû berxwedêran silav dikin. Kobanê li cîhanê tev da bûye mînaka berxwedanê. Em vê rojê pîroz dikin. Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan gelek şervan û ciwanên enternasyonalîst berê xwe da Kobanê, tevlî berxwedana rûmetê bûn û şehîd bûn. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."
 
Jiyan  Bengiyê têkoşîna jinan silav kir ku pêşengiya şoreşê dikin û di heman demê de bang kir ku divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.
 
Dû re komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn berhemên hunerî û dîlanê pêş kêşkirin.

Sernavên din

02/12/2024
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn