ENQERE - Danişîna doza Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, ji ber ku dozger hêj mutalaaya xwe pêşkeş nekiriye hate taloqkirin.
Danişîna 6’emîn a doza Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê û Wekîla HDP’ê ya berê Ayşe Surucu ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin.
Bi sedema ku dozgeriyê mutalaaya xwe amade nekiriye, danişîna dozê taloqî 15’ê Cotmehê hate kirin. Daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat û tevdîra kontrola edlî jî hate redkirin.