Çîroka 3 windayan

  • rojane
  • 15:39 16 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê daxuyanî dan û gotin: "Bila kiryar bên darizandin û winda bên dîtin."

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Amedê, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe li dar xistin û banga eşkerekirina li aqûbeta windayên xwe kirin. 
 
AMED
 
Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 823’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. 
 
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman, bal kişand ser têkoşîna ÎHD'ê ya ji bo lihevhatina bi dema borî re. Her wiha Omer Saman bal kişand ser  Seyît Riza û hevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin û bi bîr xist ku Seyît Riza bi kêmkirina temenê xwe hatiye darvekirin û got:  “Ji bo aştiyeke bi rûmet pêwîst e bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne. Em daxwaz dikin ku cihê gora Seyît Riza û hevalên wî bê eşkerekirin û îtibara wan bê dayîn."
 
Di çalakiya îro de serpêhatiya Abdullatîf  Yagizay a li Mêrdînê di 18'ê Mijdara 1995’an de di binçavan de hatî windakirin ha vegotin. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş, serpêhatiya Abdullatîf Yagizay anî ziman û got: "Ji ber zextan ji gund koçberê navendê bû. Ji bo debara xwe her roj li cihekî dixebitî. Di 18'ê Mijdara 1995’an de dema ji bo cîranê xwe dixebitî polîsên ku bi cilên sivîl tên nasnameya wî dipirsin. Dema Abdullatîf dibêje ez ne Ekrem Yagizay im, polîsan jê re dibêjin 'Nasnameya te sexte ye' û wî li wesayitê siwar dikin û dibin." 
 
Malbat çend serî li cihan bide jî bê encam dimîne. Çend hat gotin ew birine Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Mêrdînê jî hat diyar kirin ku 3 roj beriya niha hatiye berdan. Lê belê piştî ku hat binçavkirin tu agahî jê nehat girtin. Lêpirsineke sererast heta niha nehat kirin. Windabûna wî di dema Tansu Çîller, Suleyman Demirel, Mehmet Agar û Unal Erkan de pêk hat."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 149'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdusselam Şahîn ê ku di sala 1993'yan de dema li gundê Morê yê Geverê mela bû hate pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Mûsa Bor ve hat xwendin.
 
Mûsa Bor diyar kir ku ji bo aqûbeta windayan bên eşkerekirin, ev 149 hefte ne li vê qadê ne û got: "Me Abdusselam Şahîn ji bîr nekiriye û em ji bo wî li vir in. Abdusselam 43 salî bû û bavê 6 zarokan bû. Li Çelê 9 salan bi fermî meletî kir û vê demê ji hêla leşkeran ve hat binçavkirin. Ew birin Tabûra Cendermeyan a Geverê. Piştî îfade da hat berdan. Ji ber zextan bi malbata xwe re berê xwe da gundê Morê ya Geverê. Di 27'ê Mijdarê sala 1993'yan de wesayîta A.O. siwar bû. Bi wî re 3 kesên din jî di wesayîtê de bû. Wesayît di nokteya lêgerînê ya tîmen taybet te hat rawestandin. Piştî kontrolkirina nasnameyan Abdusselam Şahîn hat binçavkirin. Kesên din ên di wesayîtê de bûn agahî dan malbata Abdusselam Şahîn. Piştre ji malbatê re hat gotin ku Abdusselam wesayîta sor a aîdê F.D. ye siwar kirine û ew birine Tabûra Kobando ya Geverê. Dû re tu agahî ji wî nehat girtin. 
 
Hevjîna Abdusselam Şahîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da, lê hemû hewldan bê encam ma. Heta niha lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin. Di sala 2012'yan malbat doze bir DMME'yê lê li vir jî ji ber ku dem derbas bûye hat redkirin. 
 
Di dawiyê de Mûsa Bor got, “Êdî bes e, em bang li rayedarên edlî û DMME dikin ku di dozên windayên di binçavan de serdestiya hiqûqê biparêzin. Em banga xwe ya ji bo ronîkirina aqûbeta Abdusselam Şahîn dubare dikin. Em banga darizandina kiryaran dikin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 659'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Nûnerên gelek saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ayhan Efeoglû yê ku di 6'ê Cotmeha 1992'an de dema xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya Stenbolê bû ji aliyê polîsên sivîl ve li Êlihê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn.
 
Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Melek Atalay got "Ayhan Efeoglû 25 salî bû û xwendekarê pola 2'yemîn a Zanîngeha Yildiz Teknîkê bû. Ayhan Efeoglû di 6'ê Cotmeha 1992'an de li ber zanîngeha li dixwend ji aliyê polîsên sivîl ve hat girtin. Dayika Ayhan Ferîha Efeoglû û bavê wî Osman Efeoglû serî li serdozgeriya DGM'ê,  Serokatiya TBMM û saziyên mafan ên sivîl dan û eqûbeta lêwê xwe pirsîn. Li gorî agahiyan hatin bidestxistin, Ayhan Efeogluyê ku ji aliyê Şaxa Siyasî ve hat binçavkirin, li Gayrettepeyê demekê îşkence lê tê kirin, li gorî şahidên bûyerê, yek ji wan kesên ku Ayhan binçav kirine, di 21'ê Çileya 2008'an de Buroya Lêpirsîna Sûcên Memûran a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê sûcê ku tê îdiakirin wek îşkence û muameleya xerab qebûl kir û ragihand ku doz ketiye ber demboriyê û ji bo endamên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Polêsan a Stenbolê biryara bê şopandinê da."

Sernavên din

31/12/2024
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye