Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire

img

ENQERE - Zanyarê Siyasî Dr. Mustafa Pekoz da zanîn ku Abdullah Ocalan hewl dide li meclisê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bêçareserkirin û hikûmet jî 'tasfiyeyê' esas digire.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin, di 28'ê kanûnê de bi parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan re hevdîtin kir. Nîqaşên der barê mijarên ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anîne rojevê, dewam dike. Abdullah Ocalan bal kişand ser ji nû ve xurtkirina biratiya tirk-kurd û bang li hemû derdorên siyasî kir ku "Bêyî ku bikevin nava hesabên teng bikevin nava tevgerê."
 
Zanyarê Siyasî Dr. Mustafa Pekoz nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd û peyamên Abdullah Ocalan ên ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'7 XAL GIRÎNG IN'
 
Mustafa Pekoz balkişand ser girîngiya 7 xalên ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû û wiha axivî: “Girîng e ew metna zelal û aşkera ya ku ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve li ser navê Ocalan ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin rast were şîrovekirin. Ger xalên ku di metnê de hatine gotin rast neyên analîzkirin, bi awayekî xwezayî dê encam xelet bin û hewldan jî, di wateyekê de winda bibe. Her gotar di nava xwe de peyamên girîng hene. Daxuyaniyek pir bi baldarî, siyasî û dîplomatîk hat amadekirin. Li vir çend xal hewceyê şîroveyek taybetî ne.”
 
PIŞTGIRÎ DAYÎNA PARADÎGMAYÊ
 
Pekoz da zanîn ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de têkildarî planên tarî pêşniyarên erênî kirine û planên tasfiyekirina civaka kurd qebûl nake. Pekoz der barê gotina Abdullah Ocalan ya piştgirî dayîna paradîgmayê jî wiha got: “Dibêje; ‘Tecrûbe û biryardariya min heye ku ji bo paradîgmaya nû ya ku ji aliyê birêz Bahçelî û birêz Erdogan ve hatiye xurtkirin, piştgiriya pêwîst bidim’. Ger hûn bala xwe bidinê, behsa paradîgmaya Bahçelî û Erdogan nake. Ew behsa paradîgmayeke ku ev jî hêzê didin wan dike. Dibêje ku ew ê li gel Bahçelî û Erdogan li ser esasê wekhev hêzê bidin vê paradîgmayê. Ji ber vê yekê wateya wî ev e; Pirsgirêk ji wan derbas dibe, di esasê xwe de paradîgmayeke nû ye ku ji aliyê dewletê ve hatiye diyarkirin e.”
 
HÊMANA QANÛN Û MECLISÊ
 
Pekoz gotina Abdullah Ocalan ya; “Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê, bêyî ku li hesabên teng û demkî bên girtin, însiyatîf bigirin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan jî bêguman wê meclîsa tirk be.” bibîrxist û wiha got: “Ocalan pir bi baldarî balê dikişîne ser aliyên hiqûqî yên pirsgirêkê. Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê cihê çareseriyê Meclîsa Tirkiyeyê be û diyar kir ku divê pêvajo aşkera û vekirî be û pirsgirêk li ser bingehê qanûnî pêş bikeve û bi awayekî ku civak bikaribe bê meşandin. Bi gotineke din balê dikişîne ser baweriya civakî.”
 
MUDAXALEYÊN HÊZÊN DERVE
 
Pekoz da zanîn ku Abdullah Ocalan xwestiye şande fikrên wî bi dewlet û derdorên siyasî re parve bike û bi vê yekê ve dixwaze bibêje ku ev pirsgirêka navbera AKP-MHP û DEM Partiyê nîn e, divê hemû hêzên civakî yên Tirkiyeyê û nemaze jî CHP tevli vê pêvajoyê bibe.
 
Pekoz diyar kir ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de geşedanên li Xeza û Sûriyeyê bibîr dixe, rêya çareseriyê destnîşan dike û nemaze jî balê dikişîne ser mudaxaleyên derve ku pirsgirêkan girantir  dikin. Pekoz têkildarî dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi rûxandina rejîma Esad re li Sûriyeyê însiyatîfek bi dest xistibe jî, weke ku tê hêvîkirin wê nebe aktor. Di rastiyê de, daneyan dest pê kir ku ew ê bi giranî bêbandor be. Hêmana sereke ya polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê li ser esasê negirtina statuyeke civakî-siyasî ya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê ji dema ku Esed desthilatdariya xwe winda kir, hemû bala xwe da ser nakokiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ravekirina Ocalan a ku dibêje hêzên derve pirsgirêka li Sûriyeyê girantir dike, bêyî ku navê wê bilêv bike, bi awayekî nerasterast balê dikişîne ser Tirkiyeyê. Yanî siyaseta Tirkiyê ya li dijî kurdan li Sûriyê bi ser nakeve. Dibêje ku ew dikare di avakirina peywendiyên siyasî-diplomasî di navbera Tirkiye û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berpirsyariyê bigire ser xwe.”
 
Pekoz got ku Ocalan nemaze jî balê dikişîne ser çareseriya demokratîk, aştî û serdema biratiyê. Pekoz da zanîn ku hinek xalên ku di navbera şandeyê û Abdullah Ocalan de hatine axaftin bi raya giştî re nehat parvekirin û wiha got: “Ji ber ku Ocalan di derbarê PKK û PYD'ê de tu nirxandinek ji raya giştî re nekiriye, bi taybetî jî di nav gelek rojnamevanên nêzî medyaya desthilatdar de bû sedema xemgî û bertekan. Ji ber ku beriya heyet biçe Îmraliyê, dewlet û çapemeniya desthilatdar îdia dikir ku Ocalan wê bang li PKK'ê bike û bibêje xwe fesih bikin. Dema ku bendewarî pêk nehat vê carê êriş dest pê kir. Hilbijartina heyeta li ser navê Ocalan gelekî bi zanebûn bû ku di daxuyaniyê de ji raya giştî re nirxandina PKK û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neke. Bêguman derbarê PKK’ê de bi taybetî di navbera heyet û Ocalan de nirxandineke girîng hat kirin. Lê belê ev mijar bi raya giştî re nehat parvekirin. Sedema sereke ya vê yekê jî ew e ku Ocalan dibêje ku esas ne PKK û PYD ye, yanî wek dewlet an jî hukûmet dibêje ne pirsgirêka tasfiyekirina PKK’ê ye, berovajî vê yekê bi siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd e. Yanî dibêje pirsgirêka kurd heye ku divê dewleta tirk çareser bike.” 
 
Pekoz anî ziman ku li Tirkiyeyê hinek derdor li bendê bûn ku Abdullah Ocalan bang li QSD’ê bike ku xwe fesih bikin û tevli HTŞ’ê bibin, lê ev daxwaza wan vala derket, lê daxwazên ku ew di serê xwe de plan dikin dê pêk neyên. 
 
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
 
Pekoz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên şênber bên avêtin û têkildarî mijara çek berdanê wiha axivî: “Di rojeva Ocalan de di bin banê meclisê de bi siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd heye. Berevajî vê yekê, hikûmet pêşî li tasfiyekirina PKK'ê bi bikaranîna hêza çekdar digire. Pêwîste ku mirov vê xalê bibîr bixe; PKK ne sedem e, encam e. Ne objektîf ku pirsgirêka kurd di çarçoveya "terorîzmê" teng were destgirtin û ji PKK'ê were hêvîkirin ku çekan berde. Ji ber ku Ocalan vê rastiyê dizane, pêşî çareseriya siyasî-civakî ya pirsgirêkê tîne rojevê. Eger ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di meclisê de bingeheke hiqûqî û siyasî bê çêkirin û gavên pêbaweriyê bên avêtin, eger PKK’ê ragihîne ku têkoşîna li dijî Tirkiyeyê rawestandiye, ne surprîz e. Her wisa, berovajî wê, heta ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên şênber neyên avêtin, PKK çekan bernade. Ji ber ku Ocalan nêzîkatiya PKK’ê dizane, dê fikra ‘pêşî çekan deynin, piştre dê çareserî pêk were’ li ser PKK’ê ferz nake. Di vê pêvajoyê de dibe ku ragihînin ku bi banga Ocalan re wan şerê çekdarî yê li dijî Tirkiyeyê bi awayekî demkî rawestandiye.”
 
HEVDÎTINÊN ŞANDEYÊ
 
Pekoz da zanîn ku divê şande bi Qendîl, Ewropa, rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û nemaze jî bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinan bike.  Pekoz der barê fikarên gel, rewşenbîr û rojnamegeran ku hikûmet samîmî nîn e, dixwaze kurdan bixapîne wiha got: “Tevgera kurd ne hêzeke were xapandin e, hê jî fêmnekirine ku dengdêrên kurd beşa herî siyasî pêk tînin û bi tenê nayên xapandin. Ger AKP-MHP îradeya çareseriya pirsgirêka heyî ya li TBMM’ê di çarçoveya siyaseta demokratîk de nîşan bide û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêje, ne şaş e ku di aliyê siyasî de ji vê yekê sûd werbigirin.”
 
Pekoz balkişand ser gavên ku destpêkê ji aliyê dewleta tirk ve bên avêtin û wiha got: “Beriya her tiştî divê dest ji tayînkirina qeyûman berdin û girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Divê biryarên DMME'yê bên bicihanîn. Divê bi QSD’ê re têkiliyên dîplomatîk û siyasî bên pêşxistin.”
 
Pekoz da zanîn ku li Sûriyeyê însiyatîfa çareseriyê di destê Ocalan de ye Ocalan bi pêşniyarên maqûl, têgihîştî û çareseriyê.
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

11/01/2025
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin