'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'

  • rojane
  • 09:07 29 Çile 2025
  • |

STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku tên meşandin bi têkoşîna kurdan bi ser neketine û xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd û diyar kir ku rakirina astengiyên li pêşiya zimanê kurdî dê tevkariyê li pêvajoyê bike. Ronak pêvajoya diyalogê ya bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" ku di navbera salên 2013-2015'an de hat meşandin bi bîr xist û got ku wê demê ji bo rakirina hin astengiyên li pêşiya zimanê kurdî gav hatin avêtin. Ronak got: "Lê mebesta me ji perwerdehiya kurdî ne ev e. Kurd dixwazin di her aliyê jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin û xwe bi zimanê dayikê biafirînin. Li dibistanan divê kurd ji pola yekem heta pola zanîngehê bi zimanê xwe perwerde bibin."
 
'DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak
 
Ronak diyar kir ku zimanê zikmakî mafê mirovan e û nayê muzakerekirin û got: "Ji ber vê yekê hîn ne diyar e ku wê di vê pêvajoyê de çi bibe, tiştekî cuda ye. Lê divê li vir zimanê Kurdî nebe cihê bazarkirinê." 
 
Ronak daxwaza statuya fermî ya zimanê kurdî kir û got: "Divê pêşî li windabûna zimanê kurdî bê girtin. Em mafekî mirovî dixwazin. Ji ber ku zimanê dayikê mafê mirovan e. Bi kurtasî em dibêjin ku divê Kurdî di her warî de be hebe." 
 
'POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ BI SER NEKETIN'
 
Ronak bal kişand ku bi salan e li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna zimanê zikmakî ya Kurdan tê meşandin û got ku armanca kurdan ew e ku Kurdî di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Ronak diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê negihaştine armanca xwe ya li ser zimanê zikmakî û got: "Pêwîst e bê dîtin ku zimanê me gelek birîndar bûye. Îro wekî Komeleya Lêkolînên Kurdî em hewl didin ku zimanê xwe derxînin pêş û pêş bixin. Zimanê me yê ku ji aliyê dewletan ve hatiye binpêkirin, sed sal berê jî hebû û wê îro jî û sibe jî hebe. Bi dîtina min ev yek girêdayî ruhê têkoşîna Kurdan e."
 
Ronak bal kişand ser zextên li ser kurdî û got: "Duh rê li ber kurdî hat girtin. Îro em dibînin ku rojnameyên kurdî tên qedexekirin, malper tên qedexekirin. Yanî zextên li ser kurdî li her qadê dewam dikin. Çawa ku duh Kurdan Kurdiya ku zimanê wan e di vî warî de bi tenê nehiştin, em ê jî dest ji zimanê xwe bernedin. Wekî Komeleya Lêkolînên Kurdî em ê xebat û lêkolînên xwe yên li ser ziman bidomînin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 
 

Sernavên din

21/03/2025
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin