Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike

  • rojane
  • 10:25 20 Nîsan 2025
  • |
img
STENBOL - Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku yek ji muxatabên banga Abdullah Ocalan jî dewlet e û divê gavan biavêje. Unsal, got: “Heke kongreyek were lidarxistin, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê û ji bo bikare ji mafê hêviyê sûd bigire divê gav bên avêtin.”  
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û niha rojeva sereke ya welat jî ev bang e. Piştî banga dîrokî, bi gelek derdorên cuda re hevdîtin hatin kirin û ji muxatabên bangê tê xwestin ku gav bên avêtin. 
 
Siyasetmedar û parastvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal ku di pêvajoya 2013-2015’an de di Şandeya Aqilmendan de cih digirt, têkildarî banga Abdullah Ocalan û geşedanên piştre de axivî. 
 
‘PÊVAJOYA COTMEHÊ’
 
Unsal, bal kişand ser pêvajoya di meha Cotmehê de bi banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kirî û got: “Ji Cotmeha 2024’an ve li Tirkiyeyê siyasetê yan jî îktîdarê jiberkirinên têkildarî tevgera Kurd dan aliyekî û destê xwse dirêj kir û daxwaza aştiyê rasterast anî ziman. Her çend îktîdar ji vê pêvajoyê re bibêje ‘Tirkiyeya bêteror’ jî, hêj jî aliyan din ên Tirkiyeyê navek li vê pêvajoyê nekirine. Lewma mirov dikare jê re bibêje pêvajoya Cotmehê. Pêvajoya Cotmehê, pêvajoyeke wisa ye ku ji bo birêz Ocalan rêxistina xwe tesfiye bike, ji bo bibe serokê DEM Partiyê û li Meclisê biaxive, di asta herî jor de bang hate kirin. Ev yek dê bi demê re zelal bibe ka dê pêk bên an na.” 
 
Bi domdarî Unsal, anî ziman ku pêvajoya heyî eleqeya xwe bi geşedanê li Sûriyeyê re heye û got: “Bi guhertina rejîma Sûriyeyê re îxtîmala ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhtir serbixwe bibe û bibe xwedî statûyeke fermî. Vê jî Tirkiye tirsand. Lewma jî Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe hewl da Rêveberiya Xweser bieciqîne. Lê hêza wê têr nekir.” 
 
‘TIRKIYE NEÇAR MA KU QEBÛL BIKE’
 
Unsal, diyar kir ku Tirkiyeyê piştî guherîna rejîma Sûriyeyê bi hemû hêza xwe hewl da destkeftiyên Kurdan tune bike û wiha pê de çû: “Lê hêza wê têr nekir û neçar ma ku statuya heyî qebûl bike. Neçar ma ku rewşa Kurdan a li Sûriyeyê qebûl bike. Hevdîtinên di navbera Ahmet El Şara û Mazlum Ebdî de nîşanî hemû dinyayê dan ku daxwazên Kurdan mafdar in û kesek nikare jinedîtî ve bê. Li rexekî Kurd li Sûriyeyê dibin xwedî statû û li rexa din jî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi hev re dimeşin. Ev pêvajo hinek girêdayî Sûriyeyê dest pê kir lê li Tirkiyeyê dikare ji bo çareseriya pirsgirêkê hin gavên erênî bên avêtin. Di vê mijarê de jî hewce bû birêz Ocalan bikeve dewrê ku dewletê jî wisa kir û hevdîtin dest pê kirin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Di berdewamê de Unsal destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan destpêkeke nû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan li rexekî banga berdana çekan dike û li rexa din jî perspektîfeke ku demokratîkbûna hemû gelên Tirkiyeyê digre nav xwe, pêşkeş kir. Divê Tirkiye pêdiviyên vê bangê cîbicî bike. Pitşî banga birêz Ocalan, Devlet Bahçelî bang li PKK’ê kir ku kongreya xwe di 4’ê Gulanê de li Milazgirê li dar bixe. Heke kongreyek kom bibe, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê. Di şert û mercên heyî de zêde pêkan nîne birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî tev li kongreyê bibe. Lê divê dewlet mercên vê biafirîne. Divê dewlet di vê mijarê de gavan biavêje.” 
 
‘BILA MAFÊ HÊVIYÊ YÊ OCALAN BÊ CÎBICÎKIRIN’ 
 
Unal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîdkirina birêz Ocalan, li dijî qanûnên înfazê yên Tirkiyeyê ye. Di şertên asayî de divê birêz Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê li Îmraliyê rejîmeke înfazê ya pir taybet di meriyetê de ye. Mafê hêviyê, biryara DMME’yê ye ku Tirkiye jî endamekê wê ye. Divê Tirkiye li gorî biryarên wê tevbigere. Em biisrar dibêjin ku divê birêz Ocalan bikare ji mafê hêviyê sûdê bigire. Li gorî mewzûatên qanûnî divê Tirkiye bi biryarên DMME’yê bike. Rêveberên Tirkiyeyê çawa mecbûr bin bi qanûnên navxweyî bikin, mecbûr in bi yên DMME’yê jî bikin. Lê belê bi taybet jî di mijara pirsgirêka Kurd de biisrar biryarên DMME’yê cîbicî nakin. Mafê hêviyê, mafekî însanî ye. Astengkirina wê ne tenê binpêkirina hiqûqê ye, her wiha binpêkirina mafên mirovan e. Lewma jî gelek girîng e ku birêz Ocalan bikare jê sûd bigire.” 
 
DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN
 
Êdî berpirsyartî li ser milê dewletê ye. Lewma jî ji bo birêz Ocalan ji mafê hêviye sûdê bigire divê tavilê dewlet gavan biavêje. Li hêla din ji bo birêz Ocalan bikare bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike û beşdarî pêvajoya kongreyê bibe, hewceye sererastkirinên teknîkî û hiqûqî bên kirin. Heke ev bibin, dê pêvajoya tesfiyekirina PKK’ê temam bibe û pêvajo veguhere pêvajoya daxwazên Kurdan. Ev rewş dê bike ku li Sûriye û Tirkiyeyê pêşketin çêbibin. Heke li Sûriyeyê mesele çareser bibe û pirsgirêkên Kurdan ên li Tirkiyeyê bên paşguhkirin, ev meseleye çareser nabe. Em ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku daxwazên Kurdan cîbicî bikin. Ji ewil jî divê mercên tecrîdê yên birêz Ocalan ji holê bê rakirin, bikare ji mafê hêviyê sûd bigire û meseleya zimanê Kurdî bê çareserkirin. Her wiha divê girtiyên nexweş demildest bên berdan, pêşî li tayînkirina qeyûman were girtin û hevşaredar dîsa li peywira xwe vegerin. Demek beriya demekî divê dewlet di van mijaran de gavan biavêje.” 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

22/04/2025
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin