AMED - Şaredariya Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan ku dê 4 rojan bidome, da destpêkirin.
1’emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê ya Amedê li Park Ormanê ya navçeyê dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Amedê Abbas Şahîn, nivîskar, xwediyên weşanxaneyan û hevşaredar jî di nav de gelek kes beşdarî bernameya destpêkê bûn.
Di bernameyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Şahîn, diyar kir ku li erdnîgariyeke ku helbest, çîrokên û romanên herî xweş lê hatine nivîsîn in û got: “Tevî qedexeya ziman hatin nivîsandin. Gelê Kurd têkoşîna hebûnê dimeşîne. Ji ber ku çand û zimanê me hate qedexekirin. Lê di rewşa heyî de em êdî dersa demokrasiyê didin hemû cîhanê. Qeyûman ewilî êrişî qadên çand, ziman û jinan kirin. Piştî ku me şaredariyên xwe wergirtin me dît ku gelek tişt hatin guhertin. Divê mirov qiymetê vê bizane û xwedî lê derkeve.”
‘EM Ê ALA HEVALÊN ME HILDABÛ BILINDTIR BIKIN’
Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Gultekîn jî spasiya hemû beşdaran kir û got: “Ev hêz dê me pêşve bibe û xurt bike. Me soz dabû ku ala hevalên me hildabû zêdetir bilind bikin. Em li ser navê Şaredariya Erxeniyê vê sozê didin ev cara ewil e lê di salên pêş de em ê vê berdewam bikin û ew ê êdî rojên pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê weke fûarekê were lidarxistin.”
FADIL OZTURK NEHAT JIBÎRKIRIN
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî da zanîn ku piştî ew hatin hilbijartin, çalakiyên çand û hunerê zêdetir bûne. Serra Bucak, bi domdarî nivîskar û helbestvan Fadil Ozturk ku duh li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Serra Bucakê destnîşan kir ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û got: “Weke rêveberên herêmî, em xebatên xwe yên civakî, aktîvîteyên çandî û hunerî weke parçeyekî vê pêvajoya dîrokî dibînin. Bila ev rojên pirtûkan li hemû pirtûkhezan û gelê Erxeniyê re bixêr be.”
DÊ PÊŞANGEHA PIRTÛKÊN KURDÎ BÊ LIDARXISTIN
Rêveberê Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) Jêhat Rojhilat jî spasiya beşdaran kir û da zanîn ku di navbera 14 û 18’ê mehê de li Qada Şêx Seîd a Amedê bi pêşengtiya YEWKURD û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê pêşengeheke pirtûkên Kurdî li dar bixin.
ROJÊN PIRTÛKAN DÊ 4 ROJAN BIDOME
Piştî axaftinan, rojên pirtûkan bi tevlibûna nivîskar Muslum Uzulmez û Alî Haydar Uzulmez re bi gotûbêja “Ji duh heta îro Erxenî û nasnameya Erxeniyê” berdewam kir. Ji ber barînê, standên pirtûkan nehatin danîn. Rojên pirtûkan dê heta 5’ê Gulanê berdewam bike.