DÊRSIM - Welatiyên beşdarî civîna ÇED’ê ya li gundê Xeceri yê Dêrsimê bûn, gotin ku ew projeya GES’ê naxwazin.
Ji bo projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku Şîrketa Anonîm a Bazirganiyê ya Hilberandina Ceyranê û Depokirinê dixwaze li gundê Xeceri yê navenda Dêrsimê li ser qadeke 22 hektaran bixe meriyetê, civîna ÇED’ê hat lidarxistin. Civîn, li gund hate lidarxistin û şêniyên gund jî tev li bûn. Şêniyên gund, di civînê de diyar kirin ku ew li dijî projeya GES’ê ne. Welatiyan, gotin ku qada tê xwestin proje lê bikeve meriyetê çêrgeha gund e, ew debara xwe bi ajalkariyê dikin û heke projeve bikeve meriyetê ew ê êdî nekarin ajalkariyê bikin.