NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de hatin cem hev. Malbatan pirsa 'Bi salan e em heman pirsê dikin: Hezkiriyên me li ku ne?'
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta kesên di dema binçavkirinê de hatin windakirin pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 849' emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên ku wêneyên kesên di binçavan de hatine qetilkirin û yên çûne windakirin hatin hilgirtin û li gel pankarta bi nivîsa, "Bila winda bên dîtin ji bo rûbirûbûn û hesabpirsînê, bila faîl bên darizandin" hatin hilgirtin.
Beriya çalakiya protestoyê Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku tevlî çalakiya vê hefteyê bû axaftineke kurt kir. Kuçukbalaban diyar kir ku pêwendiya windayan bi pirsgirêka Kurd re heye Kûçûkbalaban bibîr xist ku Serokkomar Tayyîp Erdogan di dema Serokwezîrtiyê de çawa bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir û wiha got: "Ji wê rojê û vir ve encamek derneket holê. Dewletê soza xwe bi cih neanî. Berfo Ana bêyî ku hestiyên zarokê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Ez wê ji vir bi bîr tînim. Di hefteyekê de çalakiya dayikan wê salvegera xwe ya 30'emîn. Ev berxwedan ji bo kesên ku li mafan digerin bûye çirayek."
'DIVÊ AQÛBETA WINDAHIYAN BÊN VEGOTIN'
Piştre ji ber 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi Kurdî daxuyanî hatin dayîn. Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Tahîr Saçaklidir daxuyaniya hevpar a ji bo 'Hefteya Windayan a 17-31'ê Gulanê' hat amadekirin xwend. Saçaklıdir da zanîn ku ew ê kesên di binçavan de hatine windakirin ji bîr nekin û wiha got: "Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Bi salan e em heman pirsê ji malbatên kesên ji aliyê rayedarên dewletê yan jî saziyên dewletê ve hatine windakirin dipirsin: 'Hezkiriyên me li ku ne?' Em bi israr in: Windahiyên di binçavan de ne tenê jiyana kesên hatine windakirin di heman demê de jiyana kesên li pey xwe hiştine tarî dike. Ev travmayek e ku bi nifşan dewam dike. Nabe ku ev sûc ji nedîtî ve bê an jî bê tehemûlkirin. Çanda bêcezahiştinê ku heta roja me ya îro dewam kiriye, rê li ber binpêkirinên nû vekiriye. Li pêşiya prensîbên aştiya civakî û dewleta hiqûqê astengiyeke girîng e.
Saçaklidir piştre daxwazên xwe wiha rêz kir: "Divê aqûbeta hemû kesên di binçavan de hatine windakirin bê ronîkirin. Yên sûc kirine û berpirsyar divê bên darizandin û li pêşberî edaletê hesab bidin. Windakirinên bi darê zorê divê di Qanûna Ceza ya Tirk de wek sûcên li dijî mirovahiyê bên qebûlkirin. Divê dawî li pêkanînên bêcezahiştinê bê anîn. Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Mirovên ji Windakirinên bi Zorê îmze bike û bi cih bîne. Divê qedexeyên li ser cih û hejmara kesên li Qada Galatasarayê demildest bên rakirin."
JI ALIYÊ ÇAWIŞÊ PISPOR HAT BINÇAVKIRIN
Piştre aqûbeta Mehmet Şerîf Avxar ku di 10'ê Gulana 1994'an de ji aliyê Çawişê Pispor Gultekîn Şîrçû û 3 gardiyanên pê re li dikana xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hatibû binçavkirin, cenazeyê wî li avahiyeke hilweşiyayî hat dîtin, hat pirsîn. Çîroka Avşar ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman ve hat xwendin.
ÊLIH
Li Êlihê xizmên windayan û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya xwe ya 685'emîn li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê li dar xistin. Gelek kes tevî xizmên windayan beşdarî çalakiya ku pankarta bi nivîsa 'Bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin' li gel wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta karsazê ji Geverê Kadîr Keremoglû yê di 14 'ê Nîsana 1995'an de dema diçû nimêjê li mizgefteke li Wanê hat revandin, hat pirsîn. Midûrê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Huseyîn Elçî çîroka Keremoglu xwend.
GEVER
Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg û xizmên windayan di hefteya 175'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin cem hev. Piştî îfadeyên ji bo "17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan" dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiya vê hefteyê de ku pankartên bi nivîsa "Faîl diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hatin vekirin de pirsên faîlên Hasan Ateş ê ku di sala 1994'an de li gundê Marûfan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg di serdegirtina mala wî de hatibû binçavkirin û qetilkirin hatin pirsîn.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya ku her du hefte carekê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" pêk tîne vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiya li ber Semsûrbank a Kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa "Winda di wijdanê me de ne, xwedî li wan derkevin" û "Faîl diyar in, winda li ku ne?" hatin hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş bal kişand ser "Hefteya Windayan a ji 17-31'ê Gulanê û pê ve" û got, "Em careke din bi dengekî bilind tînin ziman ku di hefteya windayan de em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Nabe ku ev sûc bi qanûna sînordarkirinê re bê kirin, nabe ku ji nedîtî ve bê."
Piştî axaftinan bi 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
EDENE
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi boneya "Hefteya Windayan" li Parka Înonu yê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr amade bûn de metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş ve hat xwendin. Ataş da zanîn ku windakirinên bi zorê rastiyeke ku divê Tirkiye pê re rû bi rû were û anî ziman ku windakirina bi zorê binpêkirina mafên mirovan a giran e û wiha got: "Em dizanin ku bicihanîna van daxwazan ancax li hawireke aştiyê ya mayînde pêkan e. Aştîya rastîn tenê bi vegerandina bîra civakî, bi temamî karkirina dadwerîyê û bi temamî naskirina mafên mirovan dikare pêk bihê. Divê derfeta aştiyê ji hesabên siyasî re neyê qurbankirin; ji bo pêkanîna aştiyeke adîl û mayînde divê vîneke xurt a siyasî were nîşandan."
Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê jî bi boneya "Hefteya Windayan" li avahiya xwe daxuyaniya da û daxwaza edaletê kir.