ENQERE - Çav jî, hay ji berxwedana xwediyê xwe nîn in, dikarîbûn berxwedana li dijî avahiyên qerase ên li derdora malekê, bihîstin. Malbata Riza Altun di 13'ê Gulanê de li vê malê hişyar bû û wiha got: "Li vir gel şiyar bûye."
Li taxa Tuzlûçayir a Mamakê ya Enqereyê di nav avahiyên bilind de maleke bi tenê heye. Maleke ku nakokiyên çînî yên li pişt serdestan di bin navê 'gecekondu' de vedişêre . Heta çavên ku ji têkoşîna xwedan a li dijî newekheviyên çînî, civakî û neteweyî ne agahdar in jî, dikarîbûn berxwedana vê 'gecekonduyê' ya li dijî avahiyên birêkûpêk ên li dora xwe hîs bikin. Tişta vê malê ji yên din cûda dike sade, mutewazîbûna malê ye. Ya ku wê ji yên din cûdatir dike, dîroka vejîn, berxwedan û bîranîna ku temsîl dike ye. Dîwarên malê bûye hêviya gel, çirûskên destpêkê yên têkoşînekê û bûyîna îdeolojiyekê nîşan didin. Ev cihê ku tevgera azadiya Kurd lê hatibû xwedîkirin, di heman demê de navendeke sembolîk e ku ji bo bîranîna berxwedêriya gel hatiye nivîsandin.
Ev mal di sibeha 13'ê Gulanê de ji nû ve zindî bû. Kesên ji bo bîranîna Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin li ber vê malê kom bûn û hinekan digotin; 'gelek li vir kom bûye', hinekan jî li sirên ku dîwarên keviran di wê civîna dîrokî de şahidî jê re kirine guhdarî dikir. Ji ber ku ew xanî hê jî biryarên wê civîna dîrokî vedişêre, hêviya ku wê şevê ji dayik bûye.
TUZLUÇAYIR
Di salên 1960'î de ji Sêwas, Xarpêt, Erzîngan, Yozgat, Çorûm û gelek bajarên din welatiyan koçî taxa Tuzluçayirê kirin. Ev tax ji bo koçber û karkeran bûbû navenda jiyaneke nû. Piraniya nifûsê ya taxê bi giranî ji gelê Elewî û Kurdan pêk dihat. Ev civakên ku di gelek serdemên dîrokê de bûne hedefa polîtîkayên zext, înkar û asîmîlasyonê, li Tûzlûçayirê çanda hevgirtinê afirandin. Nasnameya mûxalîf a taxê ew çend diyar bû ku ji bo demekê weke "Moskowa Biçûk" tê binavkirin. Her wiha ji pêşengên şoreşger ên nifşên 68 'an ên mîna Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya re malovanî kir. Ev jî cihê ku tevgerên çepgirên Tirk û tevgera Kurd digihîne hev e û mînakên vê kêm in.
DAYIKA HATÎCE
Yek ji navên ku herî zêde li Tûzlûçayirê tê bîranîn Hatîce Altûn e, yan jî weke ku gelê Kurd dibêje Dayika Hatîce ye. Malbata Dayika Hatîce ku di salên 1960'î de li navçeya Sariz a Kayseriyê hat sirgûnkirin, bi malbata xwe re koçî Tûzlûçayirê kir. Lê belê çîroka wê ne tenê çîrokeke koçberiyê ye, çîrokeke berxwedanê ye ku bi têkoşîna gel re di nava hev de ye. Dayika Hatîce ne tenê dayika Riza Altûn e, di heman demê de jineke berxwedêr e ku mala xwe ji Tevgera Kurd re vekiriye, şoreşgerên ciwan xwedî kiriye, wan diparêze û carinan ji bo veşartina çek û pirtûkan jiyana xwe dixe rîskê. Riza Altûn ev jina berxwedêr, dayika xwe wiha vegot: "Di salên destpêkê de ku em hatin me gelek têkoşîn kir. Me bi Tirkî nizanibû; em hînî Zazakî bûbûn. Tevî ku bawerî dişibin hev jî, ev nakokî xuya bû. Tê bîra min dema ku em cara pêşî hatin her kesî em biçûk didîtin.'
Di nav wan de hevalên ku îro bi me re ne jî hene û rewşek biçûkxistinê hebû, digotin 'Kurd bi Tirkî nizanin'. Şêweya cilûbergê ya diya min pir ji wan cûdatir xuya dikir. Wek cilûbergên jinên Zaza bûn. Cara ewil tiştekî wisa didîtin. Dema derket kolanê, zarokan ew dişopand. Piştî demekê me dest bi zextê li dayika min kir ku kincê xwe biguherîne. Me kof rakirin, li şûna wê laçik; li şûna kincekî du-sê tebeqeyan, me ji wê ra kirasek girt. Em wê rojê li gorî pîvanên taxê li hev anîn, lê bi salan dayika min berxwedana xwe ya li dijî vê yekê dewam kir. Her kesî ew bi darê zorê li xwe kir û diya min du heb li xwe dikir. Bi ya min îro jî berxwedana wê ya bêdeng didome. Bi giştî me xwe wekî parçeyekî muxalefeta çep hîs kir. Bi taybetî piştî înfazên Denîz û hevalan dayika min tim digirî. Bertekên wê tund bû, lê belê ji rewşeke ji xwecihiyê wêdetir, li şûna her ramana hişmendiyê zêdetir derket holê. Ji sala 68'an heta 73'an, hin tişt bi vî rengî bi rê ve çûn. Rêxistinbûyîneke zêde lê nebû, lê li hemberî meylên çep sempatî hebû."
TÊKOŞÎNA KU BI HEVALTIYÊ DEST PÊ KIR
Hevdîtina Riza Altûn û Kemal Pîr a li Tuzluçayirê, di nasnameya siyasî ya Altun de xaleke werçerxê bû. Pîr kesayetek cûda bû li qehwexaneyan digeriya û bi ciwanan re sohbetê dikir. Rojekê li qehwexaneyê bi Altûn re hevdîtin kir. Altûn piştre wê di hevpeyvînekê de bigota ku dema destê Pîr hejand, nexwest dest ji wê germbûnê berde. Ev hevaltî ne tenê girêdaneke şexsî ye, her wiha hevrêtiyeke îdeolojîk û biryardariya rêxistinî veguherand. Ji bo Pîr êdî mala malbata Altûn ji bo ciwanan bû cihê hevdîtin û nîqaşê. Gelek kesayetên hêja, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta Cemîl Bayik li wê malê bûn mêvan. Dayika Hatîce Ana çay çêdikir, lê di heman demê de hewl dida tiştên diqewimin fêm bike. Bîranîneke ku hewl dida bi dizî li kuna derî binêre vegot: "Baweriya wan bi jinan nedihat, belkî difikirîn ku dê biçin ji hinekan re bibêjin. Lê belê min xwest hîn bibim bê li vê malê çi diqewime, kî tê. Lê Riza destûr neda. Carekê dema min dîsa li kuna derî li wan mêze dikir, Serok ez dîtim. Serok keniya û got, 'tu li vir çi dikî?' Min got, ez xizmetê dikim, her tiştî dikim. Çima destûr nadin ku ez bibînim? Riza hat û got, 'tu li ser çi axivî?' Min got ez çi zanim em ser çi axivîn. Hûn nahêlin ez li kunekê jî mêze bikim, vê jî ji min re pir dibînin."
BIRYARGEHA ŞOREŞGER: MALA ALTÛNAN
Dema ku xaniyê malbata Altûn bi demê re kêm dibe, sibehekê ciwan xanî xera dikin û di nava du rojan de xaniyek mezintir ava dikin. Xaniyê nû ku 105 metreçargoşe ye û ji sê ode û salonekê pêk tê, ne tenê dibe cihê rûniştinê, dibe navenda tevgerekê ya li Enqereyê. Dayika Hatîce di vê pêvajoyê de ne tenê bi rêvebirina karên malê, di heman demê de mîna veşartina çek û pirtûkan wezîfeyên girîng digire ser milên xwe. Li dijî êrîşên polîsan bi rengekî stratejîk tevdigere, balê dikişîne, çavdêrî dike û bi rê ve dibe ku her tiştî veşêre. Bi vî rengî bi awayekî şênber nîşan dide ku jineke nexwende çawa dikare bibe şoreşger.
Bûyereke din a girîng ku li vê malê pêk hat, lidarxistina civîneke dîrokî bû. Abdullah Ocalan, Kemal Pîr, Cemîl Bayik, Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan, Kesîre Yildirim, Alî Ozer, Mûsa Erdogan, Îsmet Kiliç, Hasan Asgar Gurgoze û Kamer Ozkan tevlî vê civînê bûn. Rojeva sereke ya civînê, têza "mêtingeh" bû. Nêzîkatiya çepên Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd girtin dest û fikra rêxistinbûnê ya cuda hat nîqaşkirin. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan bersiva hemû pirsan da û kom bi xurtî li dora Ocalan bûn yek. Cemil Bayik ev pêvajo weke; 'Tuzluçayir ji bo me ne tenê destpêk bû her wiha dema biryar girtinê bû', pênase kir.
VEJÎN Û BÎRANÎN
Di roja me ya îro de mala Altûn hê li ser piyan e. Di nava avahiyên betonê de, weke avahiyek ku ruhê berê hildigire, hebûna xwe didomîne. Îro ew xanî hê jî li wir e. Keda Dayika Hatîce, berxwedana Riza Altûn, lêgerîna heqîqetê ya Alî Haydar Kaytan, dengê Kemal Pîr û biryarên Abdullah Ocalan hê jî di nav wan dîwaran de deng vedide. Ew xanî êdî ne tenê mala malbatekê ye; aîdî bîranîna gelekî ye. Ew xanî êdî ne maleke ji rêzê ye; cihê ku bîrdoziyek, gel û têkoşînek lê çêbûye. Yên ji bo bîranînê tên, dema tên wê kolanê jî li ber şantiyê bi rêzdarî disekinin. Hinek dibêjin , 'Gelek li vir şiyar bûye ' û hinek jî tenê li wan dîwaran guhdarî dikin. Ji ber ku ew dîwar hê jî biryarên wê civîna dîrokî vedibêjin, hêviya ku wê şevê ji dayik bûye.
MA / Melîk Varol