ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bikin.
Bernameya hevdîtinên bi partiyên siyasî re ya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî tê de cih digirin, diyar bû. Şandeya DEM Partiyê ku beriya nîvro bi Partiya DEVA’yê re civiya, dê saet di 14.00’ê de jî bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtinê bike.
Şandeya DEM Partiyê dê sibe jî li Navenda Giştî ya CHP’ê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re bicive. Hevdîtin dê saet di 14.00’ê de ji çapemeniyê re girtî bê lidarxistin.
Şandeya DEM Partiyê dê di 23’yê Gulanê saet di 16.00’ê de jî li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bi serokê wê yê giştî Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike. Hevdîtin dê ji çapemeniyê re girtî bê lidarxistin.