STENBOL - Rojnameger Akin Olgun diyar kir ku Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên stratejîk avêtine û got: “Biryara fesixkirinê nayê wateya ku PKK’ê hebûna xwe bi dawî kiribe. Di esasê xwe de tê wateya îflasa konsepta şer a Tirkiyeyê.”
Rojnameger-nivîskar Akin Olgun têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê û pêvajoya li Tirkiyeyê axivî. Olgun, jui bo biryara PKK’ê got; “Biryareke rast e.”
Akin Olgun, diyar kir ku biryara PKK’ê ji hêla doreke berfireh ve tê nîqaşkirin û got: “PKK, di dîroka serhildanan a Kurdan de nûnertiya serhildana herî dirêj, siyasî û stratejîk dike. Biryara wê ya stratejîk a xwefesixkirinê û veguhestina têkoşîna çedkarî ya li ser zemîna demokratîk, ji hêla wate û berê ve gelek mezin û dorfireh e. Salên dirêj em ê li ser bandora vê biryarê biaxivin, binivîsin û nîqaşan li ser bikin. Ne tenê em, li her devera cîhanê ya têkoşîna aştî û azadiyê lê tê meşandin dê bên nîqaşkirin û dê bandoreke erênî li ser ednîgariya çep siyasî bike.”
'OCALAN JI BERÊ VE FERQ KIRIBÛ’
Olgun, destnîşan kir ku Tirkiye êdî di çaresariya leşkerî de xitimî bû û bênavber xwedubarekirina wê êdî westandî ye. Olgun, got: “Şerê li dijî Kurdan, êdî di rewşa heyî de xetere li ser hebûna wê bi xwe jî çêkir. Rastiyeke ku ev 50 sal in ji hêla siyasî, aborî û leşkerî ve PKK têk nebiriye li holê ye. Ocalan, di ferqa vê rastiyê de bû. Pirsgirêka esasî ew e ku dewletê ev qebûl nedikir. Dema qebûl kirî jî rehetiyek çêbû ji hêla her kesî ve. Dewlet niha bêhtir rasyonal li mijarê dinêre. Lê Ocalan ev rastî pir ji zû ve ferq kiribû. Abdullah Ocalan, tevahiya rêxistinê di vê çarçoveyê de ji hêla teorîk û felsefî ve xistibû rêgeha têkoşînê. Lê pêvajoya Îmraliyê kir ku di vê mijarê de kûrtir bifikire. Guherînên li herêmê, xitimînên sosyoekonomîk û siyasî yên herêmê, dîzayna nû ya cîhanê û hwd. Hem Ocalan hem PKK’ê hem jî dewletê encamên tişta li cîhanê diqewime zû dîtin û zemîneke tifaqeke stratejîk ava kirin. Anku weke metafor mirov dikare bibêje ‘bi destên hev girtin’. Em niha li ser vê zemînê ne.”
'RASTIYA KURD ÊDÎ DI ASTEKE NAYÊ REDKIRIN DE YE’
Olgun, diyar kir ku rastiya Kurd û neteweyê ya PKK û tundiya çekê afirandî êdî gihiştiye asteke wisa ku tu kes nikare red bike û ev tişt anî ziman: “Lewma jî PKK niha navê rastiya afirandî diguherîne, ji ber ku dizane destekftiyeke domdariya wê ya siyasî heye yekalî nabe, Tirkiyeyê jî di pozîsyoneke serkeftî de nîşan dide û bi vê yekê rê li ber xerabûna zemînê digire. Bi kurtasî, biryara fesixkirinê tenê nayê wateya bidawîkirina PKK’ê, di heman demê de tê wateya îflasa konsepta şer a ku dewleta Tirkiyeyê 50 sal in didomîne. Li gorî min divê ev rastî neyê paşguhkirin.”
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Olgun, detnîşan kir ku Abdullah Oalan û PKK’ê gavên stratejîk avêtine û wiha pê de çû: “Ji bo pêvajo pêş bikeve, kesên li aliyê din ê maseyê disekinin jî mecbûr in gavên cidî biavêjin. Weke mînak, mijara statuya Rojava. Civandina Meclisê û di asta dewletê de rewakirina pêvajoyê. Ji bo qanehkirina civakê jî divê gav bên avêtin. Girtiyên nexweş, geşedanên li ser zemîna azadiyê, bidawîkirina tayînkirina qeyûman û vegera hevşaredaran a li peywira xwe. Li gorî min, pêvajo jixwe li ser zemîneke stratejîk hatiye avakirin û li gorî gavên tên avêtin pêş dikeve. Anku heke PKK’ê biryareke stratejîk ê weke xwefesixkirinê dabe, dibe ku di mijara mercên Ocalan û têkilîdanînê de gavên stratejîk hatibin avêtin. Careke din anîna rojevê ya destûra bingehîn a Sûriyeyê, dibêtiya ku di mijara destkeftiyên Kurdan ên li herêmê bi awayekî fermî bên qebûlkirin, pêşketin çêbibin.”
'MERCÊN OALAN TÊ DE TÊ RAGIRTIN NAYÊN QEBÛLKIRIN’
Bi domdarî Olgun, anî ziman ku ji bo Ocalan di pêvajoyê de sûdewertir be divê astengiyên li pêşiya wî bi temamî bên rakirin û wiha pê de çû: “Rastiya ku Abdullah Ocalan di van şertên wiha zehmet de afirandî, siyaseta afirandî, stratejiya pêş xistî, dema astengiyên li pêşiya wî hati rakirin dê gelek zêdetir bin. Dibe ku ev yek ji bo dewletê tirseke mezin be. Lewma jî dibe ku bi vê boneyê di meseleya şertên Ocalan de bêhtir tima tevbigerin. Lê nikarin vê rewşê ewqas dirêj bidomînişn. Abdullah Ocalan jî di vê ferqa vê de ye.”
'DIVÊ PÊVAJO LI SER ZEMÎNA MECLISÊ FERMÎ BIBE’
Olgun, destnîşan kir ku divê pêvajo teqez li ser zemîna Meclisê be û axaftina xwe wiha qedand: “Di pêvajoyên berê de jî ev xala sereke bû. Ocalan di vê mijarê de hişyarî kir. Lewma divê Meclis bi awayekî cidî vê peywirê li xwe bigire û li ser zemîneke rewa bimeşîne. Divê hemû partiyên siyasî beşdar bike. Ya herî girîng, heke ev polîtîkayeke dewletê be, ji bo ev veguhere polîtîkayeke fermî divê Meclis bê bikaranîn. Dema zemîna vê meseleyê bû Meclis, ev yek dê ji hêlekî ve bibe helwesteke rexnedayînê jî.
Divê DEM Partî hesas tevbigere, di polîtîka, gotin û pratîkê de bi aqilane tevbigere û afirîner be. Ev berpirsyartiya wê ye. Rûyê pêvajoya aştiyê û qada demokratîk DEM Partî ye lewma divê baldar tevbigere. Ji ber ku klîkên dixwazin vê zemînê pûç bikin li benda firsendan e. Ev klîk klîkeke mezin e. Li hêla din jî divê hemû bar li ser pişta DEM Partiyê nemîne. Ev neheqiyeke mezin e. Di mijara birêxistinkirina aştiyê de pratîk û cidiyetek hêj xuya nake. Hêvîdarim di vê mijarê de bi lez û bez gavan biavêjin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû