STENBOL - Du ciwanên ku di dema bîranîna rêberên şoreşê de hatibûn binçavkirin, ji ber ku propagandaya rêxistineke bênav kirine hatin girtin.
Rêxistinên sosyalîst û rêxistinên ciwanan ên partiyên siyasî xwestin di 18’ê Gulanê de li Kadikoy a Stenbolê rêberên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner bi bîr bînin, lê destûr nehat dayîn ku kom bibin. 18 ciwan rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. 18 ciwan duh anîn Edliyeya Çaglayan a Stenbolê. Dozger piştî dosyaya dozê lêkolîn kir xwest 10 ji wan ciwanan bi şertê kontrola edlî serbest bên berdan û 8 jî bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ şandin dadgehê.
Dozger di biryara binçavkirinê ya ji bo 8 kesan de bêyî ku diyar bike bê ka propagandaya kîjan rêxistinê tê kirin îdîa kir ku ciwanan 'bikaranîna zor û tundiyê ya rêxistinê rewa kirine'. Di fermanê de hat gotin ku ciwanên slogan berz kirine, pankart hilgirtine û gotinên wekî 'şehîd' û 'nemir' bi kar anîne delîlên 'teşwîqkirina endamtiya rêxistinê' pêk anîne û delîlên bi hêz hatine bidestxistin û pêşniyar dike ku sûcê meşandina propagandaya rêxistinê hatiye kirin.
ÎTÎRAZA PARÊZERAN BÊ ENCAM MA
Piştî nameya veguhastinê, îtiraza parêzerên ciwanan sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Peywirê hate kirin û ji ber ku nizanin propagandaya kîjan rêxistinê kirine muwekîlên wan ji ber ku girtî ne encam neguherandine. Di daxuyaniya parastinê ya parêzerê Metîn Ozken ê ji bo binçavkirinê hat şandin de hat gotin, "Di nameya veguhastina binçavkirinê de qala rêxistinekê tê kirin, lê diyar nake bê kîjan e. Muwekîlê min bêyî ku mafê xwe yê zagonî bi kar bîne anîn vir. Nehat diyarkirin ku kîjan dirûşme berz kiriye. Diyar nîn e ku 'şehîd' û 'nemir' di şexsê kê de hatine bikaranîn. Li vir bi temamî azadiya ramanê heye. Şert û mercên propaganda rêxistinê nîne."
Piştî îtîrazên parêzeran û parastina ciwanan heyeta dadgehê biryara berdana 6 ciwanan da, di heman demê de biryara binçavkirina Eda Kalafat û Metîn Ozken jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hat dayîn. Lê navê rêxistinê nehatiye gotin.
MA / Omer Îbrahîmoglu