WAN - Di nava 5 mehan de li Wanê herî kêm 9 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Hatîce Bagci diyar kir ku bêyî lêpirsîneke baş were kirin, mirinên jinan di bin navê “întîhar”ê de tên paşguhkirin.
Di navbera mehên Çile û Gulanê de li Wanê herî kêm 9 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Yek ji navçeya mirinên biguman ên jinan herî zêde lê çêbûn jî navçeya Qelqeliyê ye. 3 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Şandeyeke ji Komeleya Jinan a Starê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) pêk dihat, ji bo balê bikişînin ser xemsariyên di dosyayan de û ji bo lêpirsîneke baş were kirin, bi Serdozgeriya Komarê ya Qelqeliyê re hevdîtin kirin.
Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Hatîce Bagci têkildarî hevdîtinê agahî da û got ku gelek mirinên biguman ên jinan di bin navê “întîhar”ê de tên veşartin. Hatîce Bagciyê anî ziman ku yek ji navçeya herî zêde mirinên biguman ên jinan lê rû didin Qelqelî ye û wan jî biryar dane ku li Qelqeliyê xebatan bimeşînin. Hatîce Bagci, got: “Bi çendek parêzerên jin ên OHD, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Komeleya Jinan a Starê re me biryar da ku bi dozger re hevdîtinê bikin. Me ji ewil bi dozgerê têkildarî dosyayên bi vî rengî lêkolîn kirî û yê dosyayên li ber dest lêkolîn dike re hevdîtin kir. Piştre jî ji bo hîn bibin ka di asta rêveberiyên herêmî de ji bo vê mijarê çi xebatên kirin, me bi hevşaredaran re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de me pirsî bê ka çend dosyayên di çapemeniyê de hatine weşandin an nehatine weşandin an jî gihiştine ber destê meqamên edlî. Di vê çarçoveyê de me xwest der heqê dosyayên ji bo wan biryarên neşopandinê hatine dayin an jî têkildarî wan lêpirsîn hatine vekirin, agahiyan bistînin. Me şêweyê lêpirsîna dosyayan, rêbazê komkirina delîlan a di di qonaxa lêpirsînê de û delîlên di çarçoveya mirinên biguman ên jinan de hatine komkirin pirsî.”
DIVÊ BI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ RE HEVKARÎ WERE KIRIN
Bi domdarî Hatîce Bagciyê destnîşan kir ku wan xwestine mirinên jinan ne weke întîhar lê weke mirinên biguman bên destgirtin û ev tişt anî ziman: “Me got ku dema bûyerên bi vî rengî weke întîhar tên destgirtin, wê demê razber dimînin. Dozgeriyê jî got ku ew jî di nava hewldaneke çalak de ne û xebatên wan hene. Di van bûyeran de yek ji meseleya girîng ew e ku sedema mirinê nayê diyarkirin. Yek ji sedemên girîng a zêdebûna mirinên biguman ên jinan jî ev e. Di esasê xwe de yek ji tişta polîtîkaya necezakirinê xweyî dike jî nediyarkirina sedema mirinên jinan û nediyarkirina faîlên wan e. Bêguman xebatên hevpar ên bi rêveberiyên herêmî re jî dê gelek bibandor be. Dema mirov lê dinêre, li navçeyeke ewqas biçûk hema hema her hefteyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dide. Di vê mijarê de me ji wan re got ku divê meqamê edlî û rêveberiyên herêmî xebatên cidî yên hevpar bikin. Wan jî gotin ku dê di vê mijarê de xebatan bikin.”
'LÊPIRSÎN BI NÊZIKATIYA ÎNTÎHARÊ TÊN KIRIN’
Hatîce Bagciyê daxuyand ku hêj jî encamek ji lêpirsînên li Qelqeliyê tên domandin derneketiye û got: “Di lêpirsînan de rapora pêşotopsiyê hatiye girtin û ji ATK’ê re hatiye şandin. Yek ji navçeyên din ên li Wanê rêjeya mirinên biguman ên jinan lê zêde jî Ebex û Bêgirî ne. Gelek dosyayên mirinên biguman ên jinan ên ji hêla meqamên edlî û malbatan ve weke întîhar tên pênasekirin hene. Di van dosyayan de jî hêzên ewlekariyê bêyî ku lêkolîn û lêpirsîneke bikin, her wiha meqamên darazê bêyî delîlan yekser weke întîharê nêz bûne. Lewma jî hêj dosya di qonaxa lêpirsînê de bi biryara neşopandinê bi dawî dibe. Di dawiya dawî de di dosyayên cînayetên jinan de gelek mewzûatên hiqûqê de kêmasî hene ku cezayê faîlan ji ber başhaliyê, parastina rewa û sorkirina neheq tê daxistin. Gelek dosyayên têkildarî jinan ên di qonaxa lêpirsînê de di vê rewşê de ne. Ji ber ku biguman nêz nabin û weke întîharê dinirxînin, ceza li faîlan nayên birîn.”
BANGA ALÎKARIYÊ LI RÊXISTINÊN JINAN KIR
Hatîce Bagci, bal kişand ser polîtîkayên îktîdara siyasî yên li dijî destkeftiyên jinan û axaftina xwe wiha qedand: “Dema em li ser van polîtîkayan diaxivin; di esasê xwe de em li ser vekişîna di şevekê de ya ji Peymana Stenbolê diaxivin. Her wiha em li ser cîbîcînekirina Qanûna Hejmar 6284’ê dikin. Divê em hiqûqnas ji bo Peymana Stenbolê, Qanûna Hejmar 6284’ê, Qanûna Medenî û hemû destkeftiyên jinan dîsa bi dest bixin bikevin nava hewldanan. Divê em ji herêman dest pê bikin û toreke li dijî tundiyê birêxistin bikin. Di vê mijarê de em li benda alîkariya hemû rêxistinên civaka sivîl û avadaniyên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Her wiha ji bo dosyayên bi vî rengî bi polîtîkaya necezakirinê û bi biryarên neşopandinê biencam nebin, em daxwaza alîkariyê ji parêzerên jin dikin.”
MA / Rûken Polat