STENBOL - Di danişîna doza Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdagê de biryara tehliyeyê hate dayin.
Danişîna duyemîn a doza Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan danişîn şopandin.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ji ewil şahid Merdan Ruştu axivî û îdia kir ku Sevtap Akdag di nava “tevgerên kedê” de dîtiye û têkiliyên wê bi rêveberên rêxistinê re heye.
‘JI BER SENDÎKAVANIYA XWE TÊM DARIZANDIN’
Sevtap Akdag jî îdiayên heyî red kir û got: “Li gorî min divê her kes wekhev bijî. Ez mamoste bûm û endama Egîtîm Senê bûm. Di 20 salan pîşeya xwe de me rêvebertî jî kir û li sendîkayê gelek hevaltiyên min çêbûn. Kesên têkiliya min pê re hebûn canên ji tevgera Elewiyan, sendîkayê û ji partiya min bûn. Ji ber muxalîfbûn û sendîkavaniya xwe têm darizandin. Ji sala 2017’an ve di nav HDP’ê de cih digirim û bi deh hezaran kesan re li heman cihî mam. Niha li vî welatî tu hevalên me yên partiyî nemane ku der heqê wan de bi îdiaya ‘terorê’ lêpirsîn nehatibin vekirin. Di mezintirîn partiya sêyemîn a Tirkiyeyê de rêveber im û ji ber nasnameya xwe ya muxalîf li vir im. Ez daxwaza beraet û tehliyeya xwe dikim.”
Parêzera Sevtap Akdagê Îlknûr Alcan jî got ku eleqeya îfadeyên şahid bi rastiyê re nînin û ev tişt anî ziman: “Ev şahid ji bo ji poşmantiyê sûd bigire van îfadeyên nerast dide. Hevjînê miwekîla min li Silêmaniyeyê dixebite û miwekîla min bi rêyên fermî çûye û hatiye. Mayina wê ya bi hin kesên cuda re ya li heman hotêlê nabe sûc. Em daxwaza tehliyeya miwekîla xwe dikin.”
Parêzer Kenan Maçoglû jî destnîşan kir ku şahidê nepen nivîsên li kaxizê hatine nivîsandin dixwîne û rastiyan nabêje.
BIRYARA TEHLIYEYÊ
Dadgehê ji bo Sevtap Akdagê biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 30’ê Îlonê kir.