NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên DEM Partiyê bi boneya Cejna Qurbanê li gelek lîderên partiyan û malbatên kesên ku di dîrokên cuda de di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bi rêya telefonê geriyan û cejna wan pîroz kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevserokên DEM Partî'yê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullar bi boneya Cejna Qurbanê xwe gihand serokên partiyên siyasî û malbatên kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û cejna wan pîroz kirin.
Hatimogullari bi telefonê li serokê giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan, Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan, Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Yenî Refahê Fatîh Erbakan, Serokê EMEP'ê Seyît Aslan, Serokê TÎP'ê Erkan Baş, nûnerên Partiya Çep û hevserokên pêkhateyên partiyê geriya. Her wiha Hatimogullari ji bo pîrozkirina cejnê bi malbatên Cemîle Çagirga, Ceylan Onkol û Ûgûr Kaymaz re jî telefon vekir.
Bakirhan jî ji bo cejnê bi rêya telefonê li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya ÎYÎ Musavvat Dervîşoglu, Serokê Partiya DEVA'yê Alî Babacan, Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan, Serokê Partiya Gelecek Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Yeniden Refah Fatih Erbakan, Serokê EMEP'ê Seyît Aslan û Serokê TÎP'ê Erkan Baş û hevserokên pêkhateyên partiyê geriya û cejna wan pîroz kir.
Her wiha Bakirhan li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayika Berkîn Elvan û dayika Eren Bulbul Ayşe Bulbul geriya û cejna wan pîroz kir.
Tê payîn ku Bakirhan li Bafil Talabanî, Nêçîrvan Barzanî û Qubat Talabanî bigere û cejna wan pîroz bike.