* Mûstafa Çukur ku keça wî Rozerîn Çukur li Sûrê hatibû qetilkirin, diyar kir ku divê her kes xwedî li pêvajoya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan derkeve û got: “Min zaroka xwe winda kir lê êdî bes e û bila kesek zarokên xwe winda nekin.”
* Malbata girtiyê nexweşê giran Îlyas Arat ji bo dermankirinê serî li Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê da.
* Şêniyên gundên Elkê yên bûne mexdûrên polîtîkayên “ewlehiyê”, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê lê bi şertê ku dewlet ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin.
* Herêma Karerê bi çîçekên xwe yên reng bi reng û bi şînkatiya xwe geştiyaran mest dike.
* Parêzer Jiyan Ozkaplan, ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu ku dê sibê bê darizandin got, "Îdîanameyek bêhiqûqî hatiye amadekirin û ev yek li hemberî rojnamegerekî wekî tacîza darazê tê bikaranîn.”
* Welatiyên Wanê bertek nîşanî paketa darazê dan, xwestin girtî werin berdan û gotin ku neberdana girtiyan baweriya wan dişikîne.
* Mehmet Abay yê ku keça wî di şerê li hember DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku gelê Kurd rexmê êşên mezin aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê hewcedarî bi jidilbûnê heye û xwest ku dewlet ji bo aştiyê gav biavêje.
* Li Enqereyê dê bi mijara "Rola jinan a di avakirina aştiyê de, tecrûbe û daxwaz" hevdîtin bê li darxistin. (10.00)
* Danişîna ewil a doza rojnameger Rahîme Karvarê dê li Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ
* Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar dê li navçeya Karakopruyê ya Rihayê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)
* Li navçeya Rezanê ya Amedê dê li ser navê Sîma Semend û Erebê Şemo du pirtûkxaneyên cuda bên vekirin. (15.00-16.00)