RIHA - Di rapora Girtîgeha Tokatê ya Şaxa OHD’a Rihayê de hate gotin ku ji ber zexta lêgerîna nava dev, girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tedawiyê bêpar tên hiştin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê raporek amade kir û aşkera kir. Daxuyanî, li avahiya şaxê ji hêla endama Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halatê ve hate xwendin. Meral Halatê diyar kir ku binpêkirinên mafan, ji Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ve dest pê dikin.
Meral Halatê da zanîn ku sepanên di demên dawî de Girtîgeha Tîpa T a Tokatê veguherandiye navenda bêhiqûqiyan û got: “Girtiyên li Girtîgeha Tokatê ji hemû temînatên hiqûqê bêpar hatine hiştin. Hejmara girtiyên nexweş, girtiyên tehliyeya wan tê astengkirin û sepanên heyî, zirarê dide pêvajoya civaka demokratîk û avakirina aştiyê. Me jî bi vê boneyê rapor amade kir.”
Meral Halatê diyar kir ku di dema amadekirina raporê de bi 13 girtiyan re hevdîtin kirine, di hevdîtin û çavdêriyên parêzeran re de bi taybet jî girtiyên nexweş hebûn û got: “Di hevdîtinan de hate gotin ku girtiyên siyasî di mercên biçûkxistinê de tên ragirtin, mafên tedawiyê bi awayekî keyfî tê astengkirin, girtî nayên tehliyekirin û cihêkarî tê kirin.”
‘PIRSGIRÊK HÊJ BERDEWAM IN’
Bi domdarî Meral Halatê destnîşan kir ku di mehên Sibat û Gulanê de jî heman pirsgirêk tesbît kiribûn û wiha pê de çû: “Di pêvajoya derbasbûyî de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê bi dawî nebûne, berevajî vê di gelek aliyan de dijwartir bûne. Di vê pêvajoyê de, me li gorî îfadeyên serlêdêran ji me re şandine raporek amade kir. Ev rapor jî piranî dişibe rapora berê û hate tespîtkirin ku ev binpêkirinên mafan ên giran bi awayekî domdar didomin. Li girtîgehê 11 jê rewşa wan giran bi giştî 15 girtiyên nexweş hene, an sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê dereng tên kirin an jî qet nayên kirin. Ji me re hate ragihandin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên bi navên Şukru Abdo, Cemal Ozguç, Yunus Şîmîr, Mehmet Tîryakî, Îzbat Orhan, Suat Oguz, Aydin Degîrmencî, Mehmet Şîrîn Kaya, Hasan Demîrtaş, Omer Yaman û Mehmet Sayilgan hene. Ji ber emeliyata kataraktê ya Cemal Ozguç, tetkîkên penceşêra kolonê û kîsta li ser kezeba Suat Oguz, rewşa wan cidî ye. Ji ber ku mudaxileya pêwîst a tibbî nayê kirin û baş nayên şopandin, rewşa wan her ku diçe girantir dibe. Her wiha ji bo Aydin Degîrmencî jî teşhîsa destpêka Parkînsonê hatiye kirin.”
Meral Halat, got: “Hasan Demîrtaş jî ji ber nexweşiya Behçetê bi xetereya xisarên mayinde ya di çav û gurçikan dijî. Demîrtaş, ev 6 meh in nayê tedawîkirin, pêdiviya wî ya diyetê nayê cîbicîkirin û tevî ku gelek caran bi ser hişê xwe diçe jî ji xizmetên tenduristiyê bêpar tê hiştin. Ji ber ku rehên piyê Mehmet Şîrîn Kaya qetiya bûn hate emeliyatkirin û 10 roj piştî tedawiya fîzîkê ji ber sepana lêgerîna nava dev nekarî tedawiya xwe bi rêk û pêk bidomîne, di lingê wî de îltîhab çêbûye û ev jî bi xwe re xetereya xisareke mayinde tîne. Kaya, nêzî 4 meh in nayê tedawîkirin. Ji bo tedawiya fîzîkî, dermanên bihayê wan 30 hezar TL weke pêşniyar hatiye kirin lê nikare vî pereyî bide. Lewma jî mafê tenduristiyê yê Kaya hatiye binpêkirin. Divê dewlet tavilê van dermanan peyda bike û di vê mijarê de gav biavêje.”
GIRTIYEKÎ ÇAVÊ XWE WINDA KIR!
Meral Halat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di girtî Kamûran Taş de jî destpêka fitqa mejîpiştê heye û tevî ku divê were emeliyatkirin jî ev 3 meh in sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û MR nayê kişandin. Omer Yaman ê 70 salî jî ji ber nexweşiyên xwe yên weke hîpertansiyon, tansiyona çav û kataraktê di nava 6 mehên dawî de çavê wî yê çepê bi temamî nabîne. Tekane serdema vê jî sepanên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ye. Cemal Ozguç ku divê ji ber kataraktê emeliyat bibe, nikare xwe bigihîne mudaxileyên cerrahî û bi xetereya korbûnê re rû bi rû ye. Mehmet Sayilgan jî nexweşiya wî ya çav a hîpermetropê heye, ev nexweşiya wî pêş dikeve û pêvajoya tedawîkirinê birêkûpêk nameşe. Pirsgirêka lêgerîna nava dev didome. Îdareya Girtîgeha Tokatê di bêhiqûqtiyê de israr dike û rûmeta mirovan binpê dike. Ji ber vê sepanê, girtî ji Çileya 2025’an heta niha daxwaza sewqa nexweşxaneyê nakin. Lewma rewşa gelek girtiyên nexweş nayê zanîn. Pêvajoya tedawiyê ya piraniya girtiyan baş nameşe û ev jî bi taybet jî bandorê li girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e dike.”
BANGA ‘VENÊRÎNÊ’
Meral Halat, da zanîn ku tehliyeya girtiyên bi navên Adnan Çelebî, Mehmet Sayilgan û Kamûran Taş hatine taloqkirin û wiha bi dawî kir: “Her wiha dema înfazkirina cezayê ya Aydin Degîrmencî û Mehmet Şîrîn Kaya hatine dirêjkirin. Girtiyên siyasî rastî sepanên cihêkariyê tên. Divê ev bêhiqûqiya bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li her devera Tirkiyeyê belav bûye bi dawî bibe. Girtiyê muebbeda girankirî Hamît Acu di hucreyê de tê ragirtin ku ev cezayê di nava cezayê de ye. Nabe ku girtî ji ber nasnameya xwe ya polîtîk rastî miameleyeke cihêkar bên. Cîbicîkirina mafên tenduristî, mafê jiyanê, mafê azadiya xweîfadekirinê, mafê ragihandinê û rêgeza rûmetê ya gerdûnî, berpirsyartiyên dewletê ne. Em bang dikin ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş, mercên fîzîkî yên girtîgehan, miameleyên cihêkar ên li dijî girtiyan, binpêkirina mafên girtiyan a ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve venêrîneke darazî hebe. Ji bo avakirina mekanîzmayên venêrînê yên serbixwe, divê gavên pêwîst bên avêtin. Li dijî binpêkirinên li girtîgeha behsa xeberê tên kirin jî em bang li CPT, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabin.”