AMED- DFG û MKG'ê di 25'emîn salvegera rojnameger Nesrîn Teke de li ser gora wê merasîma bîranînê li dar xsitin û wê bi bîr anîn.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran Dicle Firat (DFG) di salvegera 25emîn a rojnameger Nesrîn Teke de li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê merasîma bîranînê li dar xistin. Malbata Nesrîn Teke, Hevserokê DFGê Selman Çîcek, Seroka MKGê Roza Metîna, rêveberên partiyên siyasî, endamên saziyên civakî û gelek rojnameger tev li bîranînê bûn. Merasîma bi rêzgirtina ji bo şehîden çapameniyê dest pê kir.
Seroka MKGê Roza Metîna ewilî axivî û diyar kir ku hevala Nesrîn ji bo azadiyê agir. berrda bedena xwe û wiha got: “Nesrîn Teke li qada çapameniye ked da. Em bejna xwe li ber sekna wê ditewînîn. Em ê heta dawiyê li ser şopa rêhevala xwe bimeşin.”
Paşê Hevserokê DFGê selman Çîcek axivî û diyar kir ku ew bi çîroka Nesrîn mezin bû û wiha axivî: “Li hemû saziyên me wêneyên hevala me Nesrîn hene. Îro em di nava rojekî dîrokî de ne. Hevala me Nesrîn jî ji bo wan rojan têkoşiya.”
Di dawiyê de dayika Nesrîn Teke Nezahat Teke axivî û destnîşan kir ku wê ji roja ewilî soz da Nesrîn û wiha domand: “Ez naxwazim tu dayik bigirîn. Heta roja ku dayik negirîn têkoşîna xwe bidomînin û ez ê li ser şopa wê bibim. Divê êdî tu kes jiyana xwe dest nede.”