MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku jina bi navê M.Y. a 24 salî ku li navçeya Artûklûyê dijiya, li malê întîhar kiriye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Duh bi şev li navçeya Artûklû ya Mêrdînê hate îdiakirin ku jina bi navê M.Y. a 24 salî xwe kuştiye. Li gorî agahiyan, jina ku bi malbata xwe re dijiya li malê întîhar kir û dema malbatê xwe gihandiyê, ser hişê xwe çûbû. Piştî agahdarkirina malbatê, komên polîs û tenduristiyê sewqî cihê buyerê hatin kirin. Komên tenduristiyê midaxileya ewil kirin û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Li vir tevî midaxileya bijîşkan jî M.Y.'ê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê M.Y. ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.