NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7 partiyên siyasî yên Kurd û rêxistinên civaka sivîl li dijî zextên rejîmê ku roj bi roj zêde dibin, banga dengderxistinê kirin.
Ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7 partiyên siyasî û rêxistinan belavokeke hevpar weşandin û li ber zextên desthilata Îranê ya li hemberî girtiyên siyasî, muxalîf û civaka sivîl rabûn.
RÊJEYA DARVEKIRIN Û BINÇAVKIRINAN ZÊDE DIBE
Daxuyaniya hevbeş a partiyan û rêxistinên civaka sivîl wiha ye:
“Piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê û ragihandina agirbestê, pêlek nû û berfireh a zext tepisandinê bi rêya girtin, çavsorî, dadgehiyên neadîlane û îdamên bi lez li Kurdistanê û deverên din ên Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve destpê kiriye. Dezgehên ewlehiyê yên rejîmê bi rêya tometên nerewa, çêkirina dosyayên sexte û darizandina girtiyên siyasî û her wiha bi nirxandina yasaya sîxuriyê li parlament û dezgeha dadweriya rejîmê rewşek metirsîdar ji bo girtiyên siyasî û rexnegirên hikûmetê afirandine. Li gorî raporan, hejmara destbiserkiriyan heta niha ji hezar kesî derbas bûye û rêjeya darvekirina girtiyên siyasî zêde û berdewam dike.
Çend roj berî niha bû ku Îdrîs Alî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed, sê kolberên Kurd ku bi tometa hevkariya bi Îsraîlê re hatibûn tometbarkirin, hatin darvekirin û niha jiyana çend girtiyên din ên Kurd ji Bokanê ku sê salan berî niha li şoreşa Jîna’yê de hatibûn girtin û cezayê îdamê bi ser wan de hatiye sepandin, di metirsiyê de ye.
Komara Îslamî ya Îranê her gava di şerekî yan pirsekî navdewletî de tûşî şikestê hatibe, heyf û tola xwe ji tevgera mafxwaziya xelkê di hundirê welêt de standiye û niha jî dixwaze tola xwe di şerê Îsraîlê de ji civaka sivîl, tevgera mafxwaziya gelên Îranê û girtiên bêberevan bistîne. Bê guman, heke Komara Îslamî hest bi givaş û bertekên bi hêz ên navxweyî û derekî neberde, dûr nîne trajediya komkujiya girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de dubare bibe, wekî ewa ku di sala 1988’an de piştî pejirandina agirbesta bi Iraqê piştî 8 salan şerê bêencam, bi hezaran girtiyên siyasî di welat de kuştin.
BANGA JI BO SAZÎ Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ
Em tevî nîşandana nîgeraniyên xwe li dor wan metirsiyên ku gefê ji çalakvanên siyasî û sivîl, bi taybetî jiyana girtiyên siyasî dixwen, daxwaz ji birêz Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Karûbarên Mirovî yên Îranê ‘May Sato’, navendên navneteweyî yên parastvanên mafên mirovan, hemû xelkê azadîxwaz ên cîhanê û bang li saziyên navneteweyî û civaka azadîxwaz dikin.
Bi her awayî ku dikarin dengê xwe li dijî vê siyaseta nemirovane bilind bikin û rê nedin ku Komara Îslamî bê tirs û xem ber bide canê wan xebatkarên ku ji bilî mafxwazî, azadîxwazî û xebat ji bo başkirina rewşa jiyana xwe û mafên siyasî, sivîl û neteweyî ên xwe ti gunehek nebûne.
JI BO LI PARTÎ Û RÊXISTINÊN LI ÎRANÊ BANG KIRIN
Em bang li partî û rêxistinên siyasî yên Îranê, saziyan, Îraniyên azadîxwaz û Kurdên dîasporayê dikin ku bi hevdengî, çalakî û aksiyon û civînên xwe, dengê nerazîbûn û bêzariya xwe li dijî vê siyaseta tepeserkar bilind bikin. Bêguman hesta hevsozî û piştgiriya ji bo girtiyên siyasî di nav civatên xelkê Îranê de pir bi hêz û xurte û ev nerazîbûna giştî û tevalî ya cîhanî wê ji bo tevgerek seranserî û Kurdistanî li paşerojê de xweş û geş bike.”
PARTIYÊN METN ÎMZE KIRIN EV IN
Partiyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniya hevpar: Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Şoreşger a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê, Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) û Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê.