NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê, diyar kir ku Tirkiye peymana avê binpê dike û got: “Dê beşa çandiniyê di meha Îlonê de bi temamî bê rawestandin.”
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab der barê rewşa avê ya Iraqê û metirsiyên wê de ji medyaya Iraqê re axivî.
Ewn Ziyab, diyar kir ku beşa çandiniyê dê di meha Îlona îsal de bi temamî bê rawestandin û got: “Tirkiye peymana avê binpê dike, rêjeya ava niha tê berdan, heman rêjeya beriya sozên Erdogan dayî ye. Tirkiye dixwaze bendavên nû çêbike. Ji bo vê dibe ava ku salên berê dihat nav xaka Iraqê, ji ya niha kêmtir bibe.”
Ziyab, da zanîn ku Iraq neçare di meha Îlona îsal de beşa çandiniyê bi temamî bide rawestandin û ev tişt anî ziman; “Ev jî tê wê wateyê ku wê Iraq ji berhemên navxweyî bêpar bimîne. Ji ber ku dewleta Tirk ava Iraqê bernade, Iraq bi rewşekî giran re rû bi rû ye."