Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin

AMED - Îffet Mûtaş ku di dema şer de bav, du bira, birazî, kur û keça xwe winda kiriye, got: "Wekî kesekî ku êşa du xwişk û bira, du zarok, dayik, bav û biraziyê xwe Mazlum Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin."

 
Çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku her hefte ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ve li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê tê lidarxistin, 860 hefte li dû xwe hişt. Yek ji kesên ku li aqûbeta xizmên xwe digere û dixwaze kiryar bên darizandin Îffet Mûtaş a 71 salî ye ku ji roja yekem ve bênavber beşdarî çalakiyan bûye. Îffet Mutaş ku di sala 1994'an de ji ber zilm û îşkenceya li gundê Entax ê navçeya Licê ya Amedê, neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Amedê bike û di dema şer de gelek xizmên xwe winda kiriye. Îffet Mutaş, di sala 1993'yan de birayê xwe Mehmet Tekdag ku dema diçû kar, di êrişekê kiryar nediyar de, winda kir. Di 13'ê Mijdara 1994'an de, birayê wê Alî Tekdag li Deriyê Çiyê hatiye binçavkirin û ji wê rojê de agahî jê nayên girtin. Îffet Mûtaşê di pevçûnekê de keça xwe jî winda kiriye. Îffet Mûtaşê ku hê jî cenazeyê keça xwe wernegirtiye, bavê wê jî ji ber îşkenceya endamên JÎTEM'ê jiyana xwe ji dest daye. Îffet Mûtaş ku ji ber derxiyeke wextê wê derbasbûyî li nexweşxaneyê kurê wê jiyana xwe ji dest da, kurê birayê wê Mazlum Tekdag jî di 1'ê Cotmeha 2019'an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişa balafirên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Îffet Mûtaş ku beşdarî çalakiya ku di 31'ê Çileya 2009'an de bi daxwaza mafê definkirinê, pirsa li aqûbeta kesên windayê û dîtina sûcdaran dest pê kir bû, diyar kir ku di sala 1993'yan de, birayê wê Mehmet Tekdag dema ku piştî nîvro ber bi cihê karê xwe ve çûye, bi êrişeke çekdarî re rû bi rû hatiye û bi birîndarî ew birine nexweşxaneyê, lê polîsan rê li ber emeliyata wî girtiye û jiyana xwe ji dest daye. Îffet Mûtaşê got: "Dema ku Mehmet li Dortyola Rezanê çûye pastexaneya xwe, li naverasta kuçeyê ji paş de bi çekê hatiye qetilkirin." Îffet Mûtaşê, wiha domand: "Me ew rakir nexweşxaneyê. Gotin gere sewqî Enqereyê bê kirin, lê bi hinceta dinya mij bûye balafir peyde nekirine. Ew hê nebûbû 30 salî. Dema ku hat kuştin, çar zarokên wî hebûn. Mazlum Tekdag kurê wî bû. Ew jî paşê hat qetilkirin."
 
JI 1994'AN VE LI KEKÊ XWE DIGERE 
 
Îffet Mûtaşê destnîşan kir ku birayê wê yê mezin Alî Tekdag 19 caran hatiye binçavkirin û berdan û got: "Dema ku ew hat binçavkirin û berdan, ji ber îşkenceya ku lê hat kirin, wan ew nas nekiriye. Ji ber ku ev binçavkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikirin, di 13'ê Mijdara 1994'an de ew dîsa hat girtin û me careke din ew nedît. Ez û dêya min li pey wî çûn, lê me hîn jî ew nedîtiye. Dêya min çar sal piştî mirina Alî, Mehmet û bavê min koça dawî kir. Deriyê wê her tim vekirî bû, bi hêviya ku Alî vegere. Ji wê demê ve ez hewl didim Alî bibînim. Ger hatibe kuştin, em hestiyên wî dixwazin û ger sax be, em wî dixwazin. Êşa me wekî duh teze ye. Heta ku ez bijîm, ez ê wan ji bîr nekim û ez ê xwedî li têkoşîna wan derkevim."
 
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN' 
 
Îffet Mûtaşê bal kişand ser pêvajoya didome û got: "Em aştiyê dixwazin, em naxwazin xwîn birije. Wekî kesekî ku êşa du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe Mazlûm Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin. Bes e, bila kes nemire. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dibêjin aştî û aştî. Ewqas tişt bi serê me de hatine, lê dîsa jî em aştiyê dixwazin." 
 
 

Sernavên din

11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
16:11 Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
16:03 Ji ber birîna ceyranê rê girtin
15:41 Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
15:38 Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
14:54 Bi pêşniyara DEM Partiyê wê ji bo komîsyonê 3 kes bên diyarkirin
14:31 Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
14:19 Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket
16:34 Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne