NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski daxuyand ku dê roja duşeêê ji bo hevdîtinê bi Serokê DYA'yê Donald Trump re bike, wê biçe Washingtonê.
Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, duh li Alaskayê hevdîtineke kritik kirin. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, di daxuyaniya bi rojnamevanan re ragihand ku Trump di balafira vegera li paytextê de li Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenski geriyaye û hevdîtineke dûrûdirêj kiriye.
ZELENSKİ: MINÊKAR IM JI BO VEXWANDINÊ
Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenski jî li ser hesabê xwe yê X'ê got: "Ûkrayna careke din piştrast dike ku ji bo aştiyê amade ye. Roja duşemê, têkildarî bidawîkirina mirinan û şer, ez ê biçim Washingtonê ji bo hevdîtina bi Serok Trump re. Minêkar im ji bo vexwandinê."