MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê zaroka 12 salî ya ku hate îdiakirin ji zinar ketiye xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Hate îdiakirin ku li gundê Çemê Qêntirê zaroka 12 salî ya bi navê Zeynep Sut, li ber çemê ziwa ji zinaran ketiye xwarê. Di encama lêgerînê de termê Zeynep Sutê hate dîtin. Cenazeyê Zeynep Sutê rakirin morga nexweşxaneyê û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.