Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike

  • rojane
  • 09:16 20 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Levent Koker bal kişand ser bandorên gengaz ên hevdîtina Komîsyona Meclisê bi Abdullah Ocalan re û got: "Ev hevdîtin dê di çavê civakê de jî cidiyeta pêvajoyê xurt bike."

Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Levent Koker ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ew ji "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" re pêşniyaz kir, karê ku divê komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bike nirxand. 
 
Koker diyar kir ku komîsyon bi armanca xebatê di warên "azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê" de dest pê kiriye û rola komîsyonê di avakirina lihevkirineke civakî ya berfireh de ji bo pêvajoya demokratîkbûnê derfeteke dîrokî temsîl dike.
 
Koker destnîşan kir ku komîsyon divê tenê bi sererastkirinên qanûnî yên der barê bêçekkirin û hilweşandina PKK'ê de sînordar nebe û got: "Komîsyonê her wiha peywir girtiye ser xwe da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê ku ev zêdetirî sedsalek e çareserî lê nehatiye kirin, lihevkirinek civakî ya herî berfireh peyda bike."
 
Koker diyar kir ku divê komîsyon tenê bi guhdarîkirina hin rêxistinên civaka sivîl, zanyar û pêşengên raya giştî xwe sînordar beke û avakirina mekanîzmayek, binkomîsyonek an sekretaryayek ji bo misogerkirina diyaloga berdewam pêwîstiyeke neçar e.
 
Koker ku xebata komîsyonê li du kategoriyan wekî "çalakiyên ku hewceyê rêziknameyeke qanûnî nînin û yên ku dikarin di demek dirêj de werin bicîhanîn û hewceyê rêziknameyek qanûnî ne" dabeş kir, wiha got: "Ji bo ku biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn yên ku nehatine bicîhanîn tavilê werin bicîhanîn, pêdivî bi rêziknameyek qanûnî tune. Kesên ku ji ber dozên wekhev ên ku di van biryaran de binpêkirina mafan hatine dîtin, di girtîgehan de tên girtin, dikarin werin berdan. Wekî din, divê girtinên ku ji tevdîrên dadwerî wêdetir diçin bi dawî bibin û girtiyên siyasî û hikumxwar werin berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê divê dev ji astengkirina berdanan bi biryarên kêfî berdin."
 
Koker destnîşan kir ku gavên ku hewceyê rêziknameya qanûnî ne, dikarin bi guhertinên li Qanûna Înfazê û qanûnên din werin bidestxistin. 
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ Û XWESERIYA HERÊMΠ
 
Koker destnîşan kir ku divê Tirkiye çareserkirina pirsgirêkên têkildarî pirsgirêka bingehîn a dema damezrandina komarê bide pêşiyê û wiha domand: "Kiryarên ku bi fermî wekî 'terorîzm' tên binavkirin ne tenê ji rêxistinan, lê di heman demê de ji rayedarên ku serî li kiryarên neqanûnî yên zorê didin jî derdikevin. Armanca komîsyonê ya 'bi tevahî ji rojeva Tirkiyeyê derxistina terorê' tenê mimkun e ger rayedarên dewletê di çarçoveya qanûnê de tevbigerin. Naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û misogerkirina xweseriya herêmî û xwecihî di nav gavên pêşîn de ne. Ev di heman demê de dev ji têgihîştina tekparêz û etnîkî ya neteweyê berdide."
 
Koker, rexne li komîsyonê kir ku çima hêla destûra bingehîn a pirsgirêkê nexistiye rojeva xwe û diyar kir ku nîqaşkirina aliyên destûra bingehîn yên pirsgirêka Kurd pir girîng e. 
 
Koker bilêv kir ku komîsyon, ji ber avaniya xwe ya niha, xwedî karbidestiya dawî nîne û ev yek dê têgihiştineke neyînî li raya giştî biafirîne. Koker wiha domand: "Komîsyon dê pêşniyazên qanûnî amade bike, lê ev pêşniyaz dê ji komîsyonên meclisê yên têkildar derbas bibin û di Lijneya Giştî de werin nîqaş kirin û ji hêla Serokkomar ve werin pejirandin. Ger komîsyon bi qanûnê were damezrandin û pêşniyazên wê rasterast ji Lijneya Giştî re werin şandin, dê bibandortir be."
 
HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE  
 
Koker bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de û got ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê tevkariyê li pêvajoyê bike û got: "Banga Ocalan a 27'ê Sibatê ji bo têgihîştina pêvajoyê wekî avakirina aştî û civateke demokratîk xwedî girîngiyeke taybet e. Armanca desthilatê ya 'Tirkiyeyeke Bêteror' bêyî avakirina aştî û civateke demokratîk nayê pêkanîn. Guhdarîkirina Ocalan ji aliyê komîsyonê ve ne tiştek e ku meriv jê matmayî bimîne; berevajî vê, ew ji bo fêrbûna pêşniyazên berbiçav bi awayekî rasterast sûdmend e."
 
Koker pêşniyaza Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ku Abdullah Ocalan li meclisê biaxive bi bîr xist û bal kişand ser bandorên gengaz ên hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re û got: "Ev hevdîtin dê li bara civakê jî ciddiyeta pêvajoyê xurt bike." 
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike HATE NÛKIRIN
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin