NAVENDA NÛÇEYAN - Di hevdîtinên Peymana Kar a Komî de di navbera kedkar û îktîdarê de lihevkirinek çênebû. Memur-Sen dê serî li Lijneya Hakem bide.
Di hevdîtinên Serdema 8’emîn a Peymana Kar a Komî (TÎS) de di navbera sendîkayên kedkaran û îktîdarê de lihevkirinek çênebû. Memur-Sen dê serî li Lijneya Hakemê bide.
ÇI QEWIMÎ
Hevdîtinên Serdema 8’an a TÎS’ê di 1’ê Tebaxê de dest pê kirin. AKP’ê, di civîna ewil de pêşniyar kir ku ji bo 6 mehên ewil ên sala 2026’an ji sedî 10, ji bo 6 mehên dawî yên heman salê ji sedî 6, ji bo tevahiya sala 2027’an jî ji sedî 4 zem were kirin. Piştî bertekên konfederasyonan, îktîdarê pêşniyar kir ku li gel zema hatiye kirin, her wiha her mehê hezar lîre were zêdekirin. Piştî teklîfa îktîdarê hat redkirin, konfederasyonan li seranserî welat ji bo rojekê çalakiya neçûna kar li dar xistin.
Di navbera Şandeya Kardêr a Cemaweriyê û Memur-Senê de lihevkirinek çênebû. Piştî ku dema di qanûnê de hatiye diyarkirin xelas bû, li bendê ye ku her du alî jî serî li Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê bidin.
Di pêvajoya ji vir û şûnde de dê alî di nava 3 rojan de serî li lijneyê bidin. Hem sendîka hem jî kardêr dikarin vê serlêdanê bikin.
Piştî serlêdanê, dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê bi mijara “mîqdarê zemê” bicive. Lijneya ku 11 endamên wê hene, dê biryarê bi piraniya dengan bide.
Li gorî qanûnê, lijne dê heta 31’ê Tebaxê rêjeya zemê ya salên 2026 û 2027’an a memuran diyar bike.