STENBOL - Nîbel Genç a ku tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû astengkirin piştî 31 salan hate tehliyekirin.
Nîbel Genç a ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê dihate ragirtin piştî 31 salan hate tehliyekirin. Di 14’ê Îlona 2024’an de cezayê Nîbel Gençê xilas bûbû lê tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû astengkirin. Nîbel Genç, li pêşiya girtîgehê ji aliyê aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar, Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Nurten Karagoz û ji aliyê malbata xwe ve hate pêşwazîkrin.
Nîbel Genç a ku bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” ve hate pêşwazîkirin, spasiya her kesê kir û daxwaza berdana hemû girtiyan kir.