Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang

  • jin
  • 10:14 8 Îlon 2025
  • |
img

MÛŞ – Jinan, ji bo danişîna doza Cîhan Oral ku ku Ayşe Înceyol revandibû, tundî û tecawiz lê kiribû û herî dawî qetil kiribû, banga tevlibûnê kirin.

 
Li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê di 2’ê Tebaxa 2023’an de Cîhan Oral jina bi navê Ayşe Înceyol revand, tundî û tecawiz kir. Cîhan Oral di 9’ê Adara 2024’an de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û birayê wê Neytullah Înceyol qetil kir. Oral piştî qetlîamê revî û di meha Tîrmehê de li Fransayê hat girtin. Oral hê jî li Fransayê girtî ye û piştî karû barên fermî li bendê ne ku îadeyî Tirkiyeyê bikin. Danîşîn bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’, ‘kes ji azadiya xwe dûrxistin’ dê sibê saet 13:30’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn ya Mûşê bê dîtin û banga tevlibûna danîşînê hat kirin. 
 
Her wiha dozeke Oral li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê jî ji ber sûcên 'sêwirandina kuştina Ayşe Încesoy, bavê wê û birayê wê' û 'birîndarkirina bi zanebûn’, heye. 
 
Parlamentera Mûşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Sûmeyye Boz, Nûnera Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ya Mûşê Oya Yildirim û Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mûşê Dîlek Ceylan ji bo danîşînê banga hevgirtinê kirin.
 
DAXUYANÎ DIBIN SEDEMA QETLÎAMAN
 
Sumeyye Boz anî ziman ku polîtîkayên qirkirina jinan û nêzîkatiyên li hemberî bi hev re têkildar in û wiha got: “Ne tenê kuştina jinan, di heman demê de ragihandinên saziyî jî şêweyekî qirkirinê ye ku rê li ber vê pirsgirêkê vedike. Eger Diyanet di fetwa û weazên xwe de li ser çawaniya cil û bergên jinan li xwe bike, lê li ser kuştina 3-4 jinan a bi awayekî hovane ya bi destê mêran, gotineke bi tenê jî nabêje, wê demê divê em vê hêlê jî lêkolîn bikin: 'Çima qirkirina jinan gihîştiye asteke wiha mezin?'. Eger panel, sempozyûm û atolyeyên derbarê cihêbûna jin û mêran de bi înîsîyatîfan werin lidarxistin, an jî perwerdeya netewî piştgirîyê bide dersa ku bi modela perwerdeya têkel li dibistanên navîn dersên keçan ava dike, divê ev hemû bi giştî li ber çavan bên girtin.”
 
Boz da zanîn ku sedema tundiya li hemberî jinan polîtîkayên hikûmetê ne, feraseta hêzên ewlekariyê yên  dewletê dibe sedema tundî û tacîzan û mêr jî bi qanûnan tên parastin. 
 
‘KIRYAR SERBEST HAT BERDAN’
 
Sumeyye Boz bilêv kir ku di encama polîtîkayên dewletê de bûyera qetilkirina Ayşe Înceyolê derketiye holê û wiha got: “Wek dizanin ku bûyer bi revandinê destpê kir. Ligel ku giliyê Oran hat kirin jî di bûyera ewil de ew û yên ku alîkarî dane wî serbest hatin berdan. Piştî serbestberdana derket holê ku qetilkirin bi plankirî pêk hatiye û hinek hêzan alîkarî dane wî.” Boz anî ziman ku TJA, Meclisa Jinan a DEM Partî û DBP’ê ji nêz ve danîşînê dişopînin û bi malbatê re hevdîtin kirine. 
 
Boz banga tevlibûna danîşînê kir û wiha got: “Niha jî em li bendê ne ku hemû jin roja danîşînê, ango 9'ê Îlonê saet 13.30'an li edliyeyê di nav piştevaniyê de bin. Ji ber ku em jiyana jinê bi tenê ji aliyê mirovekî ji jiyanê tê qetandin, nanirxînin. Em jî weke pîvaneke hejmarî nabînin. Her encamên wan gelek bi bandor in. Ji bo vê jî ev meseleya hişmendiyê ye, meseleya hevgirtinê ye. Ev yek li ser sekinandina hevgiriya li dijî polîtîkayên şîdeta zayendî, dengvedana dengê me ye. Em bang li hemû sazî û rêxistinên jinan dikin ku tevli danîşînê bibin.”
 
‘EM XWEDÎ DERKEVIN’
 
Nûnera Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ya Mûşê Oya diyar kir ku her roj qetilkirina jinan zêdetir dibe, divê qetilkirina jinan bi dawî bibe û wiha axivî: “Ez bi taybetî jî bang li jinan dikim ku beşdarî danîşînê bibin. Jixwe mêr tevli nabin. Em li vê danîşînê xwedî derkevin. Jinek tevî malbata xwe hat qetilkirin. Tenê dayik maye. Ez beşdarî danîşînên bere jî bûm. Bêguman em ê piştiriyê bidin. Rica li jinan dikim bila werin ji ber ku hevaleke me hat qetilkirin. Qatil li Fransayê hatiye girtin û ger were îadekirin û cezayê xwe bikişîne em ê hinek rihet bibin.”
 
‘LI DIJÎ HIŞMENDIYA QETILKAR TÊKOŞÎNA HEVPAR DIVÊ’
 
Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mûşê Dîlek Ceylan da zanîn ku divê li hemberî hişmendiya qetilkar têkoşîneke hevpar were meşandin û wiha axivî: “Ger di 9’ê Îlonê de em li danîşînê xwedî derkevin ev dê li hemberî hişmendiya qetilkar bibe peyamek û paşve gav bi wan bide avêtin. Em nîşan bidin ku jin tenê nîn in û hişmendiya qetilkar têk bibin. Ez bang li rêxistinên jinan dikim ku beşdarî danîşîna 9’ê Îlonê bibin.”
 

Sernavên din

13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin