NAVENDA NÛÇEYAN - “Meşa Dirêj” ku bi beşdariya ciwanên ji gelek welatên Ewropayê bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî” hatiye destpêkirin, di roja sêyemîn de li bajarê Almanyayê Dortmundê didome.
Meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatiye destpêkirin di roja sêyemîn de didome. “Meşa Dirêj” ku bi beşdariya ciwanên ji gelek welatên Ewropayê bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî” hatiye destpêkirin, li bajarê Almanyayê Dortmundê didome. Ciwan, di saetên serê sibehê de li Stasyona Trenê ya Navendî ya Dortmundê kom bûn. Ciwanan daxuyanî dan û starta meşê dan.
‘CIWAN HÊZA MOTORÊ YA CIVAKÊ NE’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku taybetmendiyên ceribandin, hînbûn û pêşvebirinê yên ciwanan dînamoya pêşketina civakî ye. Hate diyarkirin ku sîstema kapîtalîst a heyî pêşketina civakî asteng dike û bang li ciwanan hate kirin ku li hemberî bêedaletiyê dengê xwe bilind bikin û nasnameya xwe biparêzin. Daxuyanî bi dirûşma “Ji bo civakeke azad û çandeke azad em li vir in” bi dawî bû.
BERNAMEYA ROJA SÊYEMÎN
Ciwan dê li navenda Dortmundê meşeke 11 kîlometreyan li dar bixin. Mijara rojê jî “Ciwan û çand e.” Di danê êvarê de dê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê peyama bidîmen a Abdullah Ocalan bê temaşekirin ku piştî 27 salan bi raya giştî re hate parvekirin û piştre bi pênc zimanan daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayin.
Meş wê di roja 4'emîn de li Dortmundê bi Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bibe.