AGIRÎ - Her sal bi deh hezaran kes diçe serdana Gilîdaxê. Ji ber ku Midûriyeta Tûrîzmê ya Bajar qadên ku geştyar pêdiviyên xwe lê pêşwazî bikin çênake, ev yek rê li ber qirêjiya hawirdorê vedike.
Li cîhanê ji bo spora çiyageriyê yek ji cihên herî girîng jî Çiyayê Gilîdaxê yê li navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Çiyayê Gilîdaxê îsal jî bala gelek geştyarên biyanî kişand. Çiya, xwedî bilindahiya 5 hezar û 137 metreya ye û li Tirkiye û Ewropayê noqteya herî bilind e. Bi qeşayiyên xwe yên 400 metreyan jî di sînorên Tirkiyeyê de qada herî mezin a qeşayî ye. Ji ber xweşikiya xwezaya wê û baweriya ku di Tofana Mezin de keştiya Nuh li ser lûtkeya çiyê sekinî ye, veguheriye yek ji navendên girîng a turîzmê. Gelek şîrketên turîzmê ji bo Gilîdaxê bernameyên geştê li dar dixin.
Di çarçoveya van geştan de her sal bi deh hezaran geştyarên xwecihî û biyanî derdikevin lûtkeya Gilîdaxê. Ji ber ku çiyê bilind e, derketina lûtkeyê biqasî 4 rojan didome. Geştiyar di bilindahiya 3 hezar û 200 metreyê de û di bilindahiya 4 hezar û 200 metreyan de kampan ava dikin. Li van qadên kampan, geştyar pêdiviyên xwe yên weke destşo, xwarin, vexwarin û hwd. pêşwazî dikin. Div ê demê de tiştên plastîk, peçete û hwd. rê li ber qirêjîbûna hawirdorê vedikin. Midûriyeta Turîzmê ya Agiriyê li van qadan tu tevdîrek negirtiye û ev jî dike ku li van qadan sergo çêbibin û rê li ber qirêjiyeke mezin vebe. Ji ber bayê, gilêşê li qadan belavî her devera çiyê dibe û rê li ber dîmenên nebaş vedikin.